Dewleta Tirk nahêle cenazeyên hunermendan derbasî Kobanê bibin

Hikumeta dewleta Tirk di rojên dawîn de derfet neda ku cenazeyên her du hunermendan Hafiz Kor û Mihemed Doman derbasî bajarê Kobanê bibin. Hunermendên herêmê helwesta dewleta Tirk bi şerekî çandî li dijî gelê Kurd wesifand.

 

Dewleta Tirk bi gelek şêwazên dermirovî û derexlaqî şerê gelên herêm dike. Ji vê yekê armanc dike ku planên xwe yên dagikirinê pêk bîne. Ava çemê Firatê qut dike û siyaseta birçîkirina cotkaran û herêmê dimeşîne. Şaneyên istixbaratê ava dike da ku tevliheviyê li herêmê belav bike û aştiya navxweyî binpê bike. Demografiya herêmê dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî diguhere. Vê carê jî şerê çandî li dijî herêmê dimeşîne û nahêle cenazeyên hunermendên Kurd derbasî herêmê bibe.

Hunermend Mihemed Xelîl Xazî (Mihemed Doman) di 5`ê Tebaxê de li Enqereyê wefat kir lê desthilatên dewleta Tirk derfet neda malbata wî ku cenazeyê wî derbasî bajarê Kobanê bike û malbatê neçar kir ku cenazeyê wî li gundekî li hemberî bajarê Kobanê li xaka bakurê Kurdistanê veşêrin. Mihemed Doman (91) di 5`ê Tebaxê de li paytexta Tirkiyê Enqereyê jiyana xwe ji dest da.

Mihemed Doman yek ji sembolên hunera gelêrî li bajarê Kobanê bû. Wek yekem kemanjenê bajarê li Kobanê tê naskirin. Piraniya jiyana xwe bi hunermendê mezin Baqî Xido re borandiye.

Ji ber ku hunermend Mihemed Doman bi axa xwe ve girêdayî ye, wesiyet kir ku li cihê jidayikbûna xwe were veşartin.

Piştî mirina Mihemed Doman bi du rojan, hûnermend Abdulqadir Bîn Hesen ê ku bi navê Hafizê Kor tê naskirin li bajarê Sirûc ê bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Lê desthilatên Tirk dîsa jî derfet neda ku cenazeyê wî derbasî bajarê Kobanê bibe.

Hunermend û helbestvanên bajarê Kobanê diyar dikin ku ev helwesta dewleta Tirk weke şerekî çandî, qirkirina hunera Kurdî û hewldana tunekirina serdemek dîrokî ye. Wan hunermendan di stranên xwe de dîroka ku vedigere zêdetirî 100 salî vedigotin.

Helbestvan Hemed Ebdî Misê yê ku bi navê `Hemê Kobanê` tê naskirin got kesayetên wekî Mihmed Doman û Hafizê Kor li  herêmê xwedî dîrokek dagirtî ne,  gelek çîrokên Kurdî yên kevin veguhestin nifşên nû. Hemê Kobanê wiha li axaftina xwe zêde kir: "Gelek cenaze ji dewleta Tirk derbasî herêmên Sûriyê dibin. Di vir de armanc ne ku rê nedin cenaze derbas bibin, lê belê armanc tunekirina dîroka Kurd û qirkirina gelên herêmê ji aliyên çandî û hunerî ve ye.”

Hemê Kobanê da zanîn ku gelê Kurd li gorî pîvanên biratiyê nêzî dewletên cîranê dibin û hêvî kir ku ev dewlet bi heman rêbazî nêzî herêmê bibin û got: “Yanî ne gengaz e ev şer heta hetayê dirêj bike.”

Hemê Kobanê pirştrast kir ku tu kes nikare bi mîna van rêbazan, nasnameya wan tune bike. Her wiha bal kişand ser ku ji hezaran salan ve gelê Kurd li ser vê axê ye û got: “Bila hemû bizanibin ku siyasetên heyî tenê nefretê diafrîne.”

Têkildarî heman mijarê hûnermendê Kurd Ferhad Mele yê ji bajarê Kobanê axivî û got: “Ev siyaset digihêje asta qirkirina nasnameya Kurd a çandî. Ji ber ku dîroka her du hunermedan Hafizê Kor û Mihemed Xelîl Xazî bi dîroka herêmê û gelên wê ve girêdayî ye.”

Ferhad Mele bi lêv kir ku her du hûnermendan mîrasa gel parastiye û rolek di veguhestina çîrokên Kurdî de lîstiye.

Ferhad Mele destnîşan kir ku dewleta Tirk ji ber dijminahiya xwe ji gelê Kurd re nehişt ku cenazeyên her du hunermendan derbasî Kobanê bibin.

Ev helwesta dewleta Tirk di dema ku siyasetên xwe yên dijberî gelên herêmê li gel bêdengiya navdewletî dimeşîne, hat. Helwestên civaka navdewletî ji çarçoveya berjewendiyên teng û paşguhkirina azarên gelên herêmê yên ku rastî hovîtiya dewleta Tirk tên, dernakeve

(bx- eh)

ANHA


Mijarên Din