Dewleta Tirk nehêle navenda avê were sererastkirin

Çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de navenda avê ya bajarokê Mebrûka û 6 gundên wê teqandin. Ji wê demê ve şênî pirgirêkan dikişînin. Şaredariyê jî diyar kir ku ne şaredarî ne jî saziyên alîkariyê nikarin xwe nêzî navendê bikin, ji ber leşkerên artêşa Tirk a dagirker her kesê xwe nêzî navendê dike gulebaran dikin.

Şêniyên gundên El-Acle, Im Cirin, Herûbî, Recan, Recîa, Kelîa û Ebû Cilûd ên girêdayî bajarokê Mebrûka yê herêma Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê, ji ber tinebûna ava vexwarinê ji 2014`an ve zehmetiyan dikşînin. Ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê navenda avê ya herêmê ku bi navê El-Tiwîm li gundê Herûbî ye, teqandibûn. Depoya avê nêzî sînorên Tirkiyê ye. Leşkerên dewleta Tirk a dagirker nahêle ku kesek, ne şaredarî ne jî rêxistinên mirovî xwe nêzîkî navendê û bîra avê bikin.

Ev jî ji bo şêniyên wan gundan pirsgirêkek mezin e. Tevî wê jî rewşa aborî ya gelek malbatan dijwar e, ji ber wê kirîna avê ji wan re pirsgirêk e.

Ajansa me serdana wan gundan kir û bi şêniyan re hevdîtin çêkir. Şêniyan bang li aliyên têkildar kirin da ku alîkariya wan bikin û avê bigihînin bajarok û gundên derdora wê.

Şêniyê bi navê Ednan Mihemed behsa azarên xwe û azarên 6 gundên din yên nêzî gundê xwe kir û got: "Av gelek kêm e. Av jî ji hîmên bingehîn ên jiyanê ye. Navenda El-Tiwîm pêwîstiya 7 gundan peyda dikir, lê çeteyên DAIŞ`ê di sala 2014`an de ew teqandin. Lewra ava vexwarinê li ser wan gundan qut bûye.”

Mihemed gotinên xwe wiha domand: "Av bi rêya sehrîcên bajarokê Mebrûka digihaşt gundên derdorê. Lê ji ber şewatên ku li herêmê çêbûne, sehrîc êdî bûn girêdayî tîmên agirvemirandinê. Ji ber wê em avê ji sehrîcên sivîlan dikirin ku avê ji herêma Serkaniyê tînin. Her 5 bermîl bi 2 hezar lîreyên Sûriyê ne û tenê têra 4 rojan dike."

Şêniyê bi navê Ehmed El-Salih ê ji şêniyên bajarokê Mebrûka bang li aliyên têkildar kir depoya gund ji nû ve restore bikin da ku av bighêje şêniyan.

Girêdayî mijarê hevserokê Şaredariya Gel ê bajarokê Mebrûka Mhemûd Oso diyar kir ku sedema bingehîn ku av nagihêje wan gundan ew e ku navenda avê nêzî sînor e û wiha domand: "Gelek rêxistinên mirovî û saziyên avê hewl dan navenda avê sererast bikin, lê leşkerên artêşa Tirk ên li ser sînor gule li her kesê ku nêzî depoya avê dibe barandin.”

Oso tekez kir ku wek rêveberiya şaredariyê ji bo alîkariya şêniyan û peydakirina avê dê tiştên pêwîst bikin.

Her wiha Oso bang li aliyên têkildar û rêxistinên mirovî kir ku bi awayekî cidî li ser vê pirsgirêkê bisekinin û alîkariya wan bikin da ku avê ji şêniyan re peyad bikin.

(şx/bm)

ANHA



Mijarên Din