Dewleta Tirk peymana xwe ya bi Rûsyayê re binpê dike

Dewleta Tirk a dagirker peymana ku bi Rûsyayê re çêkiriye, binpê kir û li embara genim a li Şergirakê û derdora wê gelek baregeh û kozik çêkirin.

Ji 9`ê Cotmeha 2019’an heya niha êriş li ser bajar û gundewarên Eyn Îsa û gundewarên rojavayê Girê Spî bi dawî nebûye. Her di armanca dagirkeran de hêdî hêdî dagirkirina gundan, avakirina noqte, baregeh bi êrişan re koçberkirin û qetilkirina sivîlan heye. Ruxmî ku qaşo agirbest hatibû ragihandin lê heya niha li ser rûyê erdê ji binpêkirin û pêkanîna sûcan pê de tiştek tune ye. Garantorê herêmê Rûsya ji êriş û tevgera dewleta Tirk re çavên xwe girtiye. Taybet li depoya  Şergirakê tevgera dagirkeran gelek zêde bûye ku ev li dijî peymana  22 Cotmeha 2019’an ya di navbera Rûsya û dewleta Tirk e.   

8 BARERGEH Û GELEK NOQTE HATINE AVAKIRIN

Ev demekê dagirkeran dest bi zêdekirina baregeh û noqteyan li gundewarên Eyn Îsa, Şergirak û gundewarên rojavayê Girê Spî kirine. Li gor agahiyên ku me wergirtine tenê li Şergirakê 8 baregehên leşkerî û gelek noqteyên çeteyan hene. Ji wan baregeh û noqteyan yekser mal û milkên sivîlan dikin hedef. Malên ku li gundê Fatsayê dikeve hemberî depoya  Şergirakê, ji aliyê dagirkeran ve hatine hilweşandin û gelek sivîl neçarî koçberiyê hatine kirin.

MEWZÎ DI DEPOYA  ŞERGIRAKÊ DE ÇÊ KIRINE

Di hevpeymana ku di navbera Rûs û dewleta Tirk de hatibû îmzekirin de divê di depoya  Şergirak û derdora wê de ne hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ne hêzên Rûsya ne jî hêzên dagirkeran hebin. Ji bo derxistina sûcên dagirkeran me berê xwe da gundê Fatsa û ji nêz de depoya  Şergirakê şopand. Di dîmenê ku me bi awayekî xeter girtine de jî xuya dike ku dagirkeran di nav depoya  Şergirakê de mewzî çê kirine, li derdora depoyayê baregeh ava kirine û li ser banê depoya yê kamera danîne.

Ruxmî ewqas delîlên berçav hêzên ku xwe garantor dihesîbinin wekî Rûsya sûcê dewleta Tirk a dagirker dinixêvin û dibêjin tu tiştek wiha tune ye. Li gorî agahiyên ku me girtine, hefteyê carekê Rûs û leşkerên Tirk di hundirê depoya  Şergirakê civînan çêdikin û ji mewziyên dagirkeran re şahidiyê dikin. Di civînê de çi tê axaftin tu agahî negihîştiyê destê me.

Her wiha dagirker li ser rêya di navbera Şergirak û Girê Spî de jî noqteyên kontrolê ava kirine. Li ser rê jî hebûna dagirkeran li dijî peymanê ye. Heya niha Rûsya ji tevgera dagirkeran re rûxmî ku di herêmê de baş nêz de dişopînin, dibînin û dizanin xwe ker û lal kirine. Dagirker jî hedef dikin ku hîn zêdetir gundan dagir bikin û xwe di Şergirakê de mayinde bikin.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku dagirkeran genimê di depoya  Şergirakê de dizîn û firotin dewleta Tirk .

ANHA 


Mijarên Din