‘Dewleta Tirk qanûnên navneteweyî bin pê kirin û divê bê darizandin’

Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya Herêma Firatê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê der heqê şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şermezar kirin û destnîşan kir ku wê madeya 4’emîn a hevpeymana Lahay û madeya 13`emîn a hevpeymana Cinêvê bin pê kiriye û divê bê darizandin.

Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya Herêma Firatê daxuyaniyeke nivîskî der barê binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de yên di êrişên  li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 9`ê Cotmehê ve pêk anîne de, weşand.

Daxuyanî ji aliyê berdevka meclisê Rojîn Îbrahîm bi beşdarbûna endamên Meclisa Jinan û Edaleta Civakî ya bajarê Kobanê ve hate xwendin.

Rojîn wiha got: "Ji ber diminatiya Tirkiyê ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşeke kirêtîk çêbû, herêm rastî hemû cureyên komkujî û binpêkirinên der barê mafên mirov, qanûnên navneteweyî û mirovî de ya ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve hatin."

Rojîn destnîşan kir ku di qanûna navneteweyî ya mirovî de zarok û jin di rewşên şer de tên parastin.  Ew jî li gor madeya 27 a hevpeymana 4’emîn a Cinêvê û di heman hevpymanê de madeya 14’ emîn jî heye ku divê mafên sivîlan di şer de bên parastin.

Rojîn da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topbaran û bomberbarkirina bêserûber şênî neçarî koçberiyê bûn û her wiha bi mafên siyasetmedar Hevrîn Xelef sûcekî dermirovî pêk anî. Cenazeyên şervanên jin û taybet şervan Amara Rênas xerab kirin û wêne bi cenazeyê wê re kişandin û şervana YPJ’ê  Çîçek Kobanê dîl girt. Li rexê jî fosfora spî ya qedexekirî li dijî sivîlan bi kar anî û zarokê bi navê Mihemed bi giranî hat şewitandin.

Rojîn anî ziman li ev kiryar li gorî madeya 4 a hevpeyamana Lahay a sala 1907’an û madeya 13 a Protocol a sala 1977’an a hevpeymanên Cinêvê, binpêkirin e.

Rojîn diyar kir ku bi deh hezaran sivîl koçber bûn,  li dibistanan bi cih bûne û di rewşeke dijwar de dijîn.

Rojîn bang li rêxistinên mirovî, desteya NY`ê û meclisa ewlehî ya navneteweyî kir ku divê hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê ji tevahî herêmên dagirkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişin da ku sivîl û zarok bi ewle vegerin malên xwe. Her wiha jî divê Çîçek Kobanê bê berdan û bi ewle li malbata wê bê vegerandin.

Di dawiyê de Rojîn bang kir ku divê kesên li dijî mirovahiyê û li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên şer pêk anîne li dadgehên navdewletî der barê wan sûcan de, bên darizandin, nexasim serokkomarê dewleta Tirkiyê, wezîrê partastinê û komên çete yên girêdayî wan.

 (jo)

ANHA


Mijarên Din