Dewleta Tirk roj bi roj ava çemê Firatê kêm dike

Dewleta Tirk rêjeya ava çemê Firatê bi ser xaka Sûriyê de roj bi roj kêmtir dike û ev yek bandoreke neyînî li çandiniya herêmê, hilberandina kehrebeyê û ava vexwarinê dike.

Dewleta Tirk ji meha Gulanê ve ava çemê Firatê pir kêm kiriye. Dewleta Tirk sala 2017`an jî rêjeya avê gelekî kêm kiribû.

Dîmen û wêneyên li peravên çemê Firatê hatine kişandin, kêmbûna rêjeya avê li nêzî bajarê Carablus û heta pira Tişrînê aşkera dikin. 

Pirsgirêka avê ku dewleta Tirk bi salan e li dijî gelê Sûriyê wek çekekê bi kar tîne, gefan li ava vexwarinê ya niştecihên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, her wiha saetên dayîna kehrebeyê jî kêm dike û li gefê li çandiniya li peravên Firatê dixwe.

Peymana Sûriye-Tirkiyê ya ku di sala 1987`an de hate îmzekirin, tê de hatiye diyarkirin ku Tirkiye di çirkiyekê de 500 metrekabik avê dide Sûriyê û ji sedî 60`ê vê avê ji Iraqê re ye, lê di halê hazir de di çirkiyekê de ji 150 heta 200 metrekabik avê dide xaka Sûriyê.

Destpêka vê hefteyê rêveberiya bendava Tişrînê hişyariya kêmkirina avê Firatê da, ji ber bandorê li aboriya civakê, çandiniyê û peydabûna ava vexwarinê dike.

Rêveberiya bendavê ragihand ku ji meha Hezîranê ve saetên kehrebeyê li bendava Firatê û Tişrînê kêm bûye, ji ber bendav tenê deh saetan kehrebeyê didin, lê beriya niha rojane 18 saet bûn û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihat belavkirin.

Beriya niha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li NY`yê, hikumeta Sûriyê û Iraqê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin, ji ber qanûnên navdewletî û peymanan binpê dike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din