Dewleta Tirk siyaseta birçîkirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne

Kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker li ser Sûriyê bandoreke meyinî li gelek qadan kir. Metirsî hene ku heger kêmkirina avê dewam bike wê gol zuha bibin

Dewleta Tirk a dagirker ji 27`ê Çileya 2021`ê ve û heta niha para Sûriyê ji ava çemê Firatê kêm kiriye. Hemû îdiayên ku dibêjin dewleta Tirk av berdaye ne rast in. Domandina kêmkirina avê, rê li ber kareseteke mezin vedike ku dê di hemû qadan de bandore bike.

Ava ji derveyî Sûriyê tê ji sedî 70 hewcedariyên gelê Sûriyê bi cih tîne, lê her sal ava Firatê ji sedî 35 bû, ava bajar û bajarok dabîn dikir û ji bo çandiniyê û kehrebê jî tê bikaranîn.

Li gorî komîte û desteyên çandiniyê yên li herêmên cuda, ava Firatê li Sûriyê derdora 900 hezar hektar ji erdên çandiniyê av dide, lê ji havîna 2020`an ve di encama kiryarên dewleta Tirk de 400 hezar hektar bê av ma, lewma gafan li ewlehiya xurekê ya Sûriyê dixwe.

Di demekê de ku ambargo li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, kêmkirina rêya ava Firatê bandor li hilberîna herêmê dike.

REWŞA BENDAVA ROJAVA (TIŞRÎN) KAMBAX E

Endamê rêveber ê Bendava Rojava endizyar Hemûd El-Hemadîn ji ajansê re behsa rêjeya avê û encamên berdewamkirina wê kir.

Hemûd El-Hemadîn diyar kir ku hawizê bendavên Firatê û Rojava ku derdora 16 milyar metrekab av hildigire, niha li ser asta her du bendavan ku bi dehan kîlometre dirêj in, 3 metreyan daketiye. Di werza havînê ya 2021`ê de rêjeya ava her du bendavan 6 metreyan daketibû.

El-Hemadîn got: "Di dirêjahiya sala derbasbûyî de, rewşa kehrebê li herêman kareset bû. Li hin herêman her ji 24 saetan, du saet an sê saet kehrebê dihat û bendav jî tenê 6 saetan dixebitî."

Hewcedariya bendavan di saniyê de bi 300 metrekab av heye, da ku kehrebê bide, tûrbînekê ji bendava Rojava yan jî Firatê bişixulîne û 105 megawatt kehrebê bide, lê miqdarê ku tê dayîn di saniyê de 200 metrekab e û hin caran di saniyê de 125 metrekab e.

Hemûd El-Hemadîn anî ziman ku ger rewş wiha bimîne dê karesetek rû bide û wiha dewam kir: "Ger dewleta Tirk rêjeya avê kêm bike dê av vexwarinê kêm bibe, mewsima çandiniyê zirarê bikişîne û kehrebe bi temamî qut bibe."

Lo gorî niştecihên nêzî berava Firatê, ji salên 80`ê ve ev cara yekemîn ku ava çem ewqasî kêm dibe, li aliyekî din jî pisporan ji dezgehên ragihandinê yên Iraqê re daxuyand ku ji salên 40`î ve ev cara yekemîn ku ewqasî ava Firat û Dicle ziwa dibe.

(eh)

ANHA


Mijarên Din