Dewleta Tirk sîstema parastina hewayî li xaka Sûriyê danî

Artêşa Tirk a dagirker sîstema parastina hewayî Hawk MIM-23 a amerîkî li gundewarên Idlibê belav kir û bi vê yekê gavên dagirkirinê Ii Bakurê Sûriyê xurt kirin.

Rojnameya Şerq El-Ewsat wêneyên ku dewleta Tirk a dagirker sîstema parastina hewayî Hawk MIM-23 a amerîkî li baregeha El-Mestûma ya li başûrê bajarê Idlibê ye, belav kirin.

Dewleta Tirk hewl dide dagirkirina herêmên bakurê Sûriyê bi rêya xurtkirina baregehan, şandina sewqiyatên leşkerî û lojîstîk bi awayekî rojane ber bi baregehên xwe ve, xurt bike. Her wiha bi hezeran leşkerên xwe lê belav kirin. Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk vê sîstemê li ser xaka Sûriyê belav dike. Di destpêka 2018`an de li bajarê Daret Ize yê gundewarên rojavayê Helebê jî belav kirin.

Çavkaniyên ji komên çete yên girêdayî dewleta Tirk got belavkirina vê sîstemê di çarçoveya tedbîran ji bo bersivdayîna heger sînorê wê rastî tu êrişan ji aliyê Sûriyê ve were, hate dayîn û ev yek dagirkirina Tirkiyê ji Sûriyê re rewa dike.

Rojnameyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî serdana wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar ji herêma sînorê bi Trikiyê re di şemiya derbasbûyî de, hatiye û dest bi tevgereke leşkerî li herêmê kiriye. Sewqiyatên leşkerî şandin da ku destekê bidin nuqteyên çavdêriyê û baregehên leşkerî li Idlibê.

Her wiha şeva din karwanekî nû ji hêzên Tirkiyê ku ji gelek erebeyan pêk dihat, bi rêya korîdora Kefer Losîn derbasî Idlibê bû û alav li nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlibê hatin belavkirin.

(bx)


Mijarên Din