‘Dewleta Tirk sîxurên xwe li herêmê belav dike’

Di merasîma oxirkirina şehîd Serhed Demhat de, fermandarekî Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) got: “Tirkiye sîxurên xwe dixe nava şêniyên herêmê. Armanca dewleta Tirk têkbirina destkeftiyên hêzên me, fitne derxistin û aramiya herêmê têkbirin e.”

Îro bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê û endamên saziyên civaka sivîl û hêzên leşkerî cenazeyê şervanê Hêzên Sûriye Demokratîk QSD`ê  Casim El-Mendo (Serhed Demhat) ku di 10`ê Çileyê de di dema pêkanîna erkeke leşkerî li herêma Holê şehîd bûbû, li goristana şehîdan a Til Hemîsê oxir kirin.

Merasîmê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre yek ji fermandarên buroya têkiliyan a Hêzên Sûriye Demokratîk li navçeya Til Hemîsê Hec Ehmed El-Kîrt wiha axivî: " Tevî serkeftinên QSD`ê pêk anîne, lê belê artêşa Tirk a dagirker hewldana têkbirina destkeftiyên hêzên me dewam dike. Her wiha ji bo derxistina fitneyan û têkbirina aramî û ewlehiya herêmê, ajanên xwe dixe nava me."

El-Kîrt soza ji bo şehîdan heta pêkanîna azadî û aşitiyê û jiyana birûmet ya şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rizgarkirina axa ku dewleta Tirk dagir kirî, nû kir.

Piştre wesîqeya şehîd Serhed Demhat hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd Serhed li goristana şehîdan a navçeya Til Hemîsê hate veşartin.

Piştî merasîma oxirkirinê bi dawî bû, kerwanê şêniyan berê xwe dan konê sersaxiya malbata şehîd Serhed Demhat ku li pêşiyan mala wî ya li navçeya Til Hemîsê hatibû vedan.

 (şx)

ANHA


Mijarên Din