Dewleta Tirk..Armancên kevin bi mekanîzmayên nû-1

Roj bi roj gelên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê dibînin ku mudaxeleyên dewleta Tirk li dijî ewlekariya neteweyî ya dewletên herêmê û welatên Ereban e. Ji ber ku xwedî projeyên dagirkirinê ye û dixwaze herêmê li serdema Osmaniyan vegerîne.

Pispor û nivîskarên Ereb di wê baweriyê de ne ku dewleta Tirk bi destwerdanên xwe yên li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê metirsiyeke rasterast li ser ewlekariya  neteweyî ya Ereban çêdike. Sekreterê Yekitiya Ereban Ehmed Ebû El-Xeyt jî ev yekê bi “harbûna Tirkiye û Îranê” bi nav kir.

Di vê dosyayê de ku ji 5 beşan pêk tê, em ê li girîngtirîn mudaxeleyên dewleta Tirk di welatên Ereban de binêrin.

ÊRIŞÊN LEŞKERÎ JI BO FERZKIRINA HEGEMONYAYÊ

Ji beriya bi dehan salan ve dewleta Tirk, Iraq dagir kiriye, nemaze di serdema rejîma Baas a bi serkêşiya Sedam  Hisên de. Her du welatan di sala 1984`an lihevkirinek îmze kirin. Bi vê lihevkirinê rê li pêşiya dewleta Tirk ku bi hinceta şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) destwerdana Iraqê bike, vebû.

Piştî êrişa Iraqê ya li ser Kuwêtê û avabûna koalîsyonekê bi pêşengiya Amerîkayê li dijî rejîma Sedam Hisên, di Şerê Kendavê yê Duyemîn de ku bi navê "Operasyona Bagera Çolistanê" tê naskirin, ku ji 17'ê Çileyê heta 28'ê Sibata 1991'an berdewam kir û piştî lawazbûna rejîma Iraqê destwerdana dewleta Tirk li Iraqê zêde bû.

Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk li ser xaka Iraqê gelek êriş pêk anîn. Di sala 1991'an de di bin navê "El-Assa" de dest bi êrişê kir. Her wiha sala 1992'yan dewleta Tirk bi 15 hezar leşkerên xwe êriş bir ser çiyayên Kurdistanê. Tê de tank, çekên giran û balafir bi kar anîn, lê ruxmî wê jî bi ser neket. Ji ber wê piştî 20 rojan ji destpêkirina êrişan ji herêmê vekişî.

Di salên 1993, 1994 û 1995`an de dewleta Tirk bi tevlêbûna bi deh hezaran leşkerên xwe gelek êriş pêk anîn. Herî dawî bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û 30 hezar leşkeran êrişî çiyayên Kurdistanê kir da ku herêma Heftanînê dagir bike. Êriş 45 rojan berdewam kir lê bi ser neket û ji herêmê vekişî.

Heta sala 2000`î hejmara êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî axa Iraqê û çiyayên Kurdistanê gihaşt 25 êrişan, piraniya wê di serdema Sedam Hisên de bûn.

‘KAXEZA ÎXWANAN TÊK ÇÛ’

Piştî hilweşîna rejîma Sedam Hisên û partiya Baas di sala 2003`yan de, dewleta Tirk hewl da amûra xwe ya amade anku Îxwan Muslîmîn, Partiya Îslamî ya Iraqê ku di salên 1960'î de bi serokatiya Iyad El-Samarraî ava bûye, bi kar bîne da ku derbasî qadan bibe ku serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan xeyal dike ku tev li ‘Împaratoriya Osmanî ya Nû’ bike.

Lê ji ber hegemonyaya xurt a partiyên şîa ku alîgirên Îranê ne û kontrolkirina wê li ser saziyên dewletê, dewleta Tirk nekarî Îxwanan bi kar bîne û mudaxeleyî Iraqê bike. Pergala ku piştî destwerdana Amerîkayê sala 2003`yan ava bûye, alîkariya sînordarkirina tecrubeya Îxwanan kir.

Ji bo ku para xwe di desthilatê de biparêzin, her wiha feydeyên madî û destkefiyên din bi dest bixe, Partiya Îslamî ya Iraqê ya Îxwanan li Iraqê bi partiyên şîa re kete nava hevpeymanan. Di dawiyê de vê yekê xizmeta berjewendiyên Îranê li welat kir, di nav de bi Tehranê re bû alîkar ku dosyayên xwe yên siyasî, aborî û ewlehiyê xurt bike.

TIRKMEN KAXIZA NÛ YA TIRKIYÊ NE

Piştî têkçûna kaxiza Îxwanan, dewleta Tirk bi awayekî zêde berê xwe da Tirkmenên Iraqê û rêveberiya wan a siyasî da ku bike behane û mudaxeleyê li kar û barên Iraqê bike, bi taybet parêzgeha Kerkûkê ya bi petrolê dewlemend û nakokî li ser hene. Dewleta Tirk qet dudil nebû û got mafên Tirkmenan tê de hene û ew wan bi tenê nahêle heta ku wan mafên xwe pêk bîne.  

Timayên dewleta Tirk ji bo parçekirina Iraqê û kontrolkirina dewlemendiya wê, piştî daxuyaniyên rayedarên partî û hikumeta Tirk eşkere bûn. Di nav de serokê MHP`ê Devlet Bahçelî ku beriya niha gotibû ew kêmneteweyên Tirkmen ên li Iraqê ku têkiliyên wan ên etnîk bi Tirkiyê re hene, li Kerkûkê bi tenê nahêlin. Her wiha destnîşan kir ku bi hezaran dilxwazên neteweyî hene "amadene û li bendê ne tev li şerê li bajarên Tirkmen lê dijîn, bi taybetî jî Kerkûkê”, bibin.

Li aliyekî din berdevkê serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin di Tebaxa 2017 'an de niyetên dewleta Tirk ji bo pêkanîna projeya xwe ya Osmanî li herêmê veneşartin. Ji dezgehên çapemeniyê re got li Kerkûkê Kurd û Ereb jî dijîn, lê nasnameya wê ya bingehîn Tirkmenî ye.

BI DEHAN BAREGEHÊN LEŞKERÎ Û YÊN ÎSTIXBARATÊ

Êrişên dijber ku dewleta Tirk li Iraqê û Başûrê Kurdistanê pêk anîne, piştrast dike ku ew hewl dide hegomonyaya xwe li ser erdnîgariya Iraqê ferz bike. Ji ber wê dagirkeriya Tirk bi dehan baregehên leşkerî li herêmên ku dagir kirine, bi hevkariya PDK`ê ava kirin.

Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 20 baregehên leşkerî yên girêdayî dagirkeriya Tirk hene û ya herî mezin baregeha Bamernî ya li bakurê Dihokê ye ku baregeheke lojîstîka leşkerî ye û balafirgeheke wê heye.

Dewleta Tirk a dagirker girîngî da avakirina baregehan li derdora herêmên Zaxo û Heftanînê, di nav de baregehên Batûfa, Kanîmasî, bargeha Sinkî, baregeha Bekova, baregeha Geliyê Zaxo, baregeha leşkerî ya Sêrî li Şêladizê, baregehên Kuwîkî, Qemrî Berwarî, Koxî Spî, Dirî Duwatiya û çiyayê Serzerî û her wiha baregehên îstixbaratê yên girêdayî MÎT'a Tirk.

Li herêma Zalkan a deşta Nînewayê baregeha Başîqa heye. Tê de îstixbarat û artêşa Tirk cih digirin. Bi xwe ji hêzeke zirxî pêk tê ku lojistîka leşkerî û xwarinê bi rêya balafiran digihîninê. Dewleta Tirk bi hinceta şerê li dijî DAIŞ`ê ev baregeh dagir kir. Lê di rastiyê de heya niha bi guleyekê jî nehatiye hedefgirtin. Heta niha ev hêz li Başîqayê ne û li gorî pêşbîniyan hejmara wan derdora hezar leşkerên Tirk bi hemû çekên giran hatine amadekirin.

Di vê derbarê de damezirîner û serokê Komeleya Tunisa Azad û endamê Koalîsyona Navneteweyî ya Berpirsyariya Parastinê Hazim El-Qesûrî got hêzên dewleta Tirk bi bicihbûna li eniyên bakur, serdestiya Iraqê binpê dike.

`MUDAXELEYEKE KEVN BI RÊBAZÊN NÛ HAT VEJANDIN`

Gerînendeyê Navenda Erebî ya Lêkolînan li Qahîrayê Hanî Silêman got destwerdana dewleta Tirk di kar û barên Ereban de diyardeyeke ne kevn e ku bi teşeyên nû bi pêş ve diçe. Ew li bingeha mîrateya Împaratoriya Osmanî yan jî destwerdan û kontrolkirina welatên Ereban û berhemên wan ava dibe.

Hanî Silêman wiha axivî: "Niha rejîmek heye ku hewl dide vê mîrasê û vê dîrokê vejîne û hewl dide kokê nû bike. Ev yek jî bi rêya xîtabên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan an jî peyamên siyasî yên hin rayedarên fermî wekî serokerkanan an jî yên din ku gefa êrişan li dijî dewletên Ereban ên cîran an jî dewletên Rojhilata Navîn û Afrîkayê dixwin."

Silêman bal kişand ser xetereya destwerdanên dewleta Tirk li welatên Ereban û destnîşan kir ku ew ne tenê destwerdanên siyasî û aborî ne, lê belê destwerdaneke îdeolojîk a diyar e û ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Ji ber ku projeyeke tirkkirinê li ser bingeha berfirehkirina di dîrokê de, vejandina Împaratoriya Osmanî heye. Ev yek jî di daxuyaniyên dewleta Tirk ên herî dawîn de heye. Di pratîkê de jî ev yek bi rêya hebûna dewleta Tirk di zêdetirî cîhekî li welatên Ereban û Afrîkayê, li rex rahênanên leşkerî li rojhilatê Deryayê Spî diyar e. Bi vî awayî dewleta Tirk bû dewleta afirandin û hinardekirina krîzan."

HEWLDANA PÊKANÎNA MÎSAQA MILLÎ

Tevgerên berdewam ên dewleta Tirk li herêmê û Iraqê bi taybet, piştrast dikin ku dewleta Tirk bi hemû alav û îmkanên xwe û bi rêya Osmaniyên nû dixwaze serdema Osmanî bi rêya Mîsaqa Millî ji herêmê re vegerîne.

Di Cotmeha 2016'an de piştî ku hikumeta Iraqê beşdarbûna dewleta Tirk di rizgarkirina bajarê Mûsilê li bakurê Iraqê ji DAIŞ`ê red kir, serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan wiha bersiv dabû: "Divê hûn Mîsaqa Milîî bixwînin da ku hûn fêm bikin Mûsil ji bo me tê çi wateyê, Mûsil a me bû.”

Erdogan di boneyeke din de wiha axivîbû: "Me nekarî Mîsaqa Millî biparasta. Ger em li pêşketinên li Sûriyê û Iraqê ji nêz ve binêrin, divê ji nû ve em bibin xwediyê Mîsaqa Millî.”

Nexşeya Mîsaqa Millî ya Tirkiyê ya niha, ji Bakurê Sûriyê ji Îskenderûnê, Idlibê, Helebê û heta çemê Firatê û Dêrazorê, Iraq, Mûsil û Kurdistanê digire nava xwe.

`NEXWEŞIYÊN ÎMPARATORIYA OSMANÎ LI IRAQÊ`

Têkildarî vê mijarê pisporê leşkerî û analîzvanê siyasî yê Iraqê Mihemed Asim Şenşel got: "Hêviyên dewleta Tirk ji meyla nexweş a ku heta roja îro pê re ye û ew jî Împaratoriya Osmanî ye.”

Şenşel wiha domand: “Hêviyên dewleta Tirk ên li Iraq û Mûsilê, bi taybetî li navenda parêzgeha Nînewayê ku piraniya niştecihên wê iraqiyên Ereb ên resenin êdî venagere rewşa beriya sedan sal berê.”

`TIMAYÊN KIRÊT LI IRAQÊ`

Asim Şenşel di nirxandina xwe de got ku, dewleta Tirk role ke kirêt lîstiye û wiha domand: “Li ser asta leşkerî kete nava liv û tevgerê, sînorên Iraqê derbas kirin û 3 focên hêzên xwe li baregeha Rîlkan a li Başîqayê Musilê bi cih kirin. Ev yek bi hevkariyeke mezin ji aliyê gel ê li Mûsilê û gelek herêmên Nînewayê meşandina erkên îstixbaratî hêsan kir.”

Şenşel got ku, berhemên Iraqê bi awayekî sîstematîk ji aliyê Îranê ve tên talankirin ku warên leşkerî, siyasî û teknîkî jî ji aliyê îranê vet ê kontrolkirin û wiha dirêjî da nirxandinên xwe: “Ev jî bû sedem ku dewleta Tirk mîna wê bike û gefê li wan bixwe ku lihevkirina di navbera wan de binpê nekin da ku projeya xwe ya timaker û firehkirinê, qaşo bi navê aliyên hikumî yên Iraqê yên leşkerî, siyasî û ewlehiyê berdewam bike. Ji ber wê dewleta Tirk axa Iraqê bi rêya nakokiyên taifî û valahiya siyasî ya mezin û nezanbûna kesên ku xwe wek siyasetmedar bi nav dikin, wêran kir."

Pisporê leşkerî û analîzvanê siyasî yê iraqî Asim Şenşel di dawiya gotinên xwe de ev hişyarî da: "Eger tevgereke lezgîn ji bo çareserkirina van pirsgirêkan çênebû, dewleta Tirk bi rêveberiya xwe ya gendel bi serkêşiya Erdogan ji bo vejandina daxwazên xwe yên ku bi xwîna sivîlan li Iraq, Sûriye, Lîbya û Mûsilê bûye, dê tevahiya Iraqiyên Ereb ji parêzgeha Nînewayê qir bike û nasnameya wan a erebî tune bike."

(şx)

ANHA


Mijarên Din