Dewleta Tirk..Armancên kevin bi mekanîzmayên nû- 2

Ji dema ku AKP hatiye ser desthilata Tirkiyê ve, dest li welatên Afrîkayê yên xizan, bi taybetî li Somalê werdide. Di wê yekê de stratejî û mekaznîzmeyên cuda bi kar tîne û armanc dike ku Somalê di aliyê leşkerî, aborî û xizmetgûzarî de kontrol bike.

PLANEK TEMAM A FERZKIRINA SERWERIYÊ LI SOMALÊ

Ji dema ku AKP bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan hatiye ser hikum ve, dewleta Tirk hewl dide hegemoniya xwe bi taybet li welatên Ereban berfireh bike û serweriya xwe li welat û xêr û bêrên herêmê ferz bike.

Di vê beşa duyemîn a dosyaya xwe ya têkildarî destwerdanên dewleta Tirk li welatên Ereban de, em ê behsa bikaranîna aloziya li Somalê ji aliyê dewleta Tirk ve û hewldanên wê yên mayîndekirina hebûna xwe ya leşkerî û aborî bikin.

ERDNÎGARÎ Û GIRÎNGIYA STRATEJÎK

Somal li herêma “Qoçê Afrîqî” cihekî stratejîk digire. Afrîka bi rêya dergehên deryayî, navîgasyona navneteweyî û bazirganiya cîhanî kontrol dike. Somal li kêleka Deryaya Sor û okyanusa Hindî ye. Her wiha ew dikeve nuqteya rasthatina parzemînên Afrîka ji rojava û Asya ji rojhilat ve. Somal li ser Deryaya Sor dikeve, ku Deryaya Erebî û Okyanusa Hindî bi rêya dergeha Bab El-Mendêb bi Deryaya Spî re girê dide. Ev cih bi rêya pêlên koçberiyê yên ji Nîvgirava Erebî bo parzemîn Afrîkayê, Asya bi Afrîkayê ve girê dide. Her wiha Somal bi bermehên binerd ên petrol, berhemên çandiniyê û masiyan dewlemend e, lê hîna jî baş nehatine bikaranîn.

DESTPÊKA TÊKILIYÊN DEWLETA TIRK-SOMALÊ

Têkiliyên di navbera dewleta Tirk û Somalê de sala 1979`an dest pê kirin. Anku piştî ku dewleta Tirk baylozxaneya xwe li patexta Somalê Magadîşûyê vekir dest pê kirin. Balyozxaneyê piştî hilweşîna dewleta navendî sala 1991`an deriyên xwe girtin. Lê belê, dewleta Tirk bi rêya komeleyên alîkariyan ên Tirkiyê û hin caran bi rêya desteyên herêmî, projeyên xwe yên îstixbaratî dewam kirin. Vê yekê heta hatina Erdogan ser desthilatê di 2002`an de, dewam kir.

DEWLETA TIRK ALOZÎ BI KAR ANÎ

Di zêdetirî 40 salî de, li Somalê gelek aloziyên siyasî, aborî, civakî, diravî, ewlehî û leşkerî rû dane. Ew alozî ji ber gelek faktoran derketin, ya herî serke aloziya rêveberiyê û şerê li ser desthilatê û xêr û bêrên welêt e.

Aloziya “kirêt” wekî ku şîrovekar bi nav dikin ya li Somalê, bi bihaneya derbaskirina wan aloziyan deriyên destwerdana dewletan li welêt vekir. Gelek hêzên herêmî yên Afrîkayê û yên ne ji Afrîkayê jî dest li kar û barên Somalê werdidin. Dewleta Tirk jî ji wan hêzên sereke yê herêmî yên ne ji Afrîkayê ye.

Dewleta Tirk bi rêya aktîvkirina têkiliyên xwe, pêşkêşkirina alîkariyên mirovî, aborî, civakî û leşkerî girîngî da Somalê, heta ku dewleta Tirk bû lîstokvanekî bi bandor û sereke li Somalê.

SEDEMÊN GIRÎNGÎDAYÎNA SOMALÊ

Dewleta Tirk ji dawiya salên 1990`î û vir ve girîngiyê dide Somalê. Wê xwest ku împeratoriya xwe ya Osmanî vegerîne û di parzemîna Afrîkayê de roleke herêmî ya aktîv bilîze. Di sala 1998`an de, dewleta Tirk li ser stratejiya xwe ya nû li Afrîkayê belgeyek bi navê “siyastea Afrîkayê” derxist. Sernavê vê siyasetê di esas de xurtkirina têkiliyên dîplomatîk, aborî û çandî yên dewleta Tirk bi welatên Afrîkayê re ye. Lê di piştperdeya xwe de çavnebariyên dewleta Tirk di xêr û bêrên herêmê de vedişêre.

Piştî ku dewleta Tirk nikarî bikeve Yekitiya Ewropayê (YE) girîngî da Somalê. Piştî wê binkeftinê girîngî da welatên Afrîkayê û bi taybetî Somalê.

Dewleta Tirk ji sala 1998`an de dest bi projeyên xwe yên aboriyê li Afrîkayê kir. Ew proje bi hatina AKP`ê li ser desthilatê di sala 2002`an bi leztir bi pêş ket û sala 2005`an dewleta Tirk planek ji bo Afrîkayê derxist. Ew plan bû zemîneke stratejîk a pêşxistina projeyên aboriyê yên dewleta Tirk li wê parzemînê.

Dewleta Tirk bi bicihbûna li Afrîkayê du tiştên sereke armanc dike; ya yekê dixwaze serwer be û wekî hevbendiyeke komeke welatên îslamî li wir ava bike, ku bi wê yekê dê di projeyên xwe yên mêtîngeriyê li seranserê herêrmê de piştgirî û alîgiriyê werbigire. Yê duyemîn jî, talankirina xêr û bêrên wê herêmê ye ku bi petrol, gaz û zêr dewlemend e ku heta niha baş nehatine îstismarkirin.

AKP`Ê KRÎZA 2011`AN BI KAR ANÎ

Bi hatina AKP`ê ser desthilatê re, têkiliyên bi Somalê re bi pêş ketin û di siyaseta dewleta Tirk a derve li hemberî Afrîkayê de guhertineke ber bi çav çêbû. Armanc jê vekirina sûkên nû li Afrîkayê û piştgirtina welatê Afrîkayê di qadên navneteweyî de, bû.

Bi aloziya xelaya mirovî ya sala 2011`an li Somalê re, şandeyên dîplomatîk ên Tirkiyê li Magadîşûyê xebatên xwe zêdetir kirin û 3`yemîn mezintirîn balyozxaneyên Tirkiyê li derve hate avakirin. Ev gava dîplomatîk bû dergeha destwerdana dewleta Tirk li Somalê û derbasbûna ber bi welatên rojhilatê Afrîkayê ve.

Di heman salê de rêxistinên tirkî bi rêjeke zêde berê xwe dan Somalê. Hemwextî wê jî serokê AKP`ê Recep Tayyîp Erdogan bi awayekî fermî serdana Somalê kir.

Wan komele û rêxistinên xêrxwaziyê li Somalê bi roleke îstixbaratî rabûn. Piştre giha asta destwerdana li qada siyasî û aborî. Bi rêya piştigiriya Qeterê ji Somalê re, têkiliyên dewleta Tirk û Somalê pir bi pêş ketin. Li ser wê yekê Somalê peymanên bazirganî û aboriyê di gelek qadên girîng de bi nirxê nêzî 100 milyon dolar, bi dewleta Tirk re îmze kir û bazirganiya di navbera her du dewletan de gihaşt 80 milyon dolarî.

DEWLETA TIRK ÇAWA XWE LI SOMALÊ BI CIH KIR?

Dewleta Tirk aloziya mirovî ya li Somalê bi rengên cuda bi kar anî. Destpêkê dewleta Tirk dest danî ser deverên aktîv, wekî Bendera Magadîşû ku ji aliyê şîrketa Albayrak a Tirkêyê ve hate birêvebirin û Balafirgeha Magadîşû ku ji aliyê şîrketa Favori ya Tirkî ve hate birêvebirin. Her wiha li Somalê dewleta Tirk di bin navê “xebatên jinûve avakirin û vegerandina îstiqrara siyasî û ewlehî li welêt”de, bi miqdarên mezin ên pereyan ku gihaşt nêzî 5 milyon dolar mehane îstismar kir.

Di çarçoveya têkiliyên Enqere-Magadîşûyê de, sala 2015`an wezaretên parastinê yên her du welatan peymaneke leşkerî pêk anîn û piştre di encama wê peymanê de mezintirîn baregeha leşkerî ya Tirkiyê li derveyî sînorê wê hate vekirin.

Heta dawiya sala 2020`an dewleta Tirk zêdetirî 16 hezar leşkerên somalî perwerde kiribû. Perwerde 3 mehan li Somalê û 3 mehan li Tirkiyê pêk hatibûn.

Destwerdana dewleta Tirk li kar û barên Somalê hemwextî sistbûna welatên Afrîkayê û civaka navneteweyî pêk hat. Şandeya Yekitiya Afrîkayê nêzî 2 hezar leşkerên xwe ji wir vekişand û bi wê yekê derî li destwerdana dewleta Tirk vekir.

HILBIJARTINÊN SOMALÊ

Hilbijartinên Somalê ji 2000`î ve ji ber destwerdanên derve yên herêmî û navneteweyî, her wiha ji ber faktorên hundirîn û pêşbirka di navbera hikumeta navendî û wîlayetên federalî de, rastî zext û bandorê tê.

Yekemîn hikumeta fermî ya Somalê ku di aliyê navneteweyî de tê pejirandin sala 2012`an hate erêkirin. Lê tevî wê yekê jî, sîstema hilbijartinan a ne yekser wekî xwe ma. Vê sîstemê rê li sextekirina hilbijartinan, kirîna dengan û paşguhkirina hin namzetan vekir.

Li Somalê hîna sîstema parvekirina desthilatê di navbera serokên ji aliyê parlamantoyê ve hatine hilbijartin, dewam dike. Parvekirina cihan li parlemantoyê li gorî bingeha dabeşkirina eşîrtî pêk tê û bi forma ‘4.5’ tê nasîn. Li gorî wê formê, 4 parên ji kursiyên meclisa parlemantoyê û şêxan, li ser her 4 eşîrên mezin li welêt tên belavkirin, eşîrên din ên biçûk jî nîv parê digirin.

Ji ber vê parçebûna hundirîn li Somalê, hebûna Tevgera Ciwanan a Somalê û têkiliyên wê yên veşartî bi Qeterê re û hevkariya xurt di navbera Qeterê û dewleta Tirk de, dewleta Tirk zêdetir xwe li cihên biryardayînê yên li welêt bi cih kir.

Dewleta Tirk yek ji wan welatan e ku bandorê li hibijartinên Somalê dikin. Lêkolîner wê wekî lîstokvanê kevin-nû ya li Qirina Afrîkayê bi nav dikin. Ji ber wê yekê çavên dewleta Tirk her tim li hibijartinên parlemantoyê û meclisên wê; Nûner û Senatoe, ku dihat payîn di Mijdara 2020`an de û hibijartinên serokatiyê ku dihat payîn di 8`ê Sibata 2021`an de pêk hatiban, lê belê ji ber nakokiyên di navbera hikumet û opozîsyonê de hatin betalkirin.

Opozîsyona Somalê berê jî di Kanûna 2020`an de nameyek ji dewleta Tirk re şandibû û jê xwestibû ku çekan ji bo yekîneya “Hermeid” ya polîsan re neşîne û gotibû ku ew ditirsin ku serok Mihemed Abdullah Mihemed “Fermaco” wan çekan ji bo biserketina di hibijartinên pêş de bi kar bîne.

'DEWLETA TIRK BI STRATEJÎ Û MEKANÎZMEYÊN CUDA DESTWERDANÊ DIKE’

Têkildarî mijarê, rêveberê Navenda Erebî ya Lêkolînan a li Qahîreyê Hanî Silêman dibêje, dewleta Tirk bi stratejî û mekanîzmayên cuda destwerdanê dike û wiha lê zêde kir: “Mînak, ew bi awayekî zelal destwerdana leşkerî li Lîbyayê dike. Li Iraq û Sûriyê jî bi rengekî entîkî û tayîfî destwerdanê dike. Li hin welatên Afrîkayê jî û bi taybetî li Sûdan û Somalê destwerdana aborî dike û di bin sedem û bendên cuda de hewl dide çavkaniyên aboriyê li welatên ku destwerdanê lê dike, peyda bike. Bi gotineke din, ew li wan herêman sedeman ji hebûna xwe re dibîne. Bi vê rengî gelek stratejiyên destwerdanê çêdibin.”

‘PLANEKE TEMAM A FERZKIRINA SERWERIYÊ’

Damezirêner û serokê Komeleya Tûnis El-Hûra û endamê Koalîsyona Navneteweyî ya Parastinê Hazim El-Qisûrî jî, destnîşan kir ku şîrketên tirkî di avakirin û xebitandina balafirgeh, bender, rêyên di navbera bajaran de û jinûveavakirina binesaziyê û hin avahiyên giştî li herêmê de, roleke girîng lîstin. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk li Somalê navendên perwerdeyê vekir da ku endamên polîsan û artêşê perwerde bike.

El-Qisûrî teqez kir ku ev yek di çarçoveya planeke temam a ferzkirina serweriyê li Somalê de, pêk tê. Nexasim ku dewleta Tirk li cihekî girîng ê li ser Dergeha Bab El-Mendêb bi cih dibe.

Li gorî El-Qisûrî, ji lew re dewleta Tirk gelek caran fikiriye ku çeteyan bîne vê herêmê da ku destê xwe deyne ser herêmê û li pêş çalakiyên hin komên li dijî berjewendiyên wê yên mêtîngeriyê bisekine.

‘DEWLETA TIRK SIYASETA DAQURTANDINA BI TEMAMÎ DIMEŞÎNE’

Nivîskar, rojnamevan û şîrovekarê ji Somalê Xalid Êcîc jî dibêje ku dewleta Tirk li Somalê û Qirinê Afrîkî siyaseta daqurtandina bi giştî dimeşîne û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk xwe di hikumeta Fermaco de bi cih kir û dest danî ser peywirên herî girîng tê de, her wiha çavkaniyên aboriyê û binesaziyê yên herî girîng li Somalê, kontrol kir.”

Êcîc destnîşan kir ku dewleta Tirk û Qeterê ajanên xwe li saziya îstixbaratê ya Somalê “NISA” bi cih kirin û wiha lê zêde kir: “Fehed El-Yasîn ku nûçegihanekî berê yê kenala Cezîrê ya Qeterê û ajanekî îstixbaratên Qeterê ye, serokê NISA' ye. Fehid Yasîn hemû siyasetên dewleta Tirk û Qeterê li Somalê pêk tîne. Fînansekirina Qeterê bi rêya wî pêk tê û bi wê yekê biryarên hikumeta Fermaco dide.”

Êcîc da zanîn şîrketên tirkî, destê xwe danîne ser girîngtirîn saziyên aboriyê wekî Bendera Magadîşû û Balafirgeha Magadîşû, ku pereyên zêde derdixînin û mafê tu alî yan dezgehên hikumetê tune ye ku li wan her du cihan lêgerîn û çavdêriyê bikin. Êcîc wiha nirxandina xwe dewam kir: “Komîteyên Aborî û Ewlehiyê yên parlemantoya Somalê bang li wezîrên peywendiyan û ewlehiyê yên hikumeta Somalê kirin, da ku dozên bender û balafirgehê nîqaş bikin. Her du wezîran got ku ew nikarin desthilatê li ser her du saziyan bimeşînin û gotin ew her du cih yekser girêdayî serokatiyê ne.”

Şîrovekarê siyasî yê ji Somalê got, gelek muxalîfên siyasî li Somalê teqez kirine ku dewleta Tirk milkên gelê Somalê didize. Lêkolîner dibêjin ku dewleta Tirk qezencên ji benderê û balafirgehê bi serokê Somalê Fermaco re parve dike, bêyî ku tu aliyekî hikumetê hesabê ji wan bixwaze an çavdêriyê bike.

Êcîc her wiha daxuyakirin ku di raporan de behsa wê yekê tê kirin ku dewleta Tirk bi rêya Bendera Magadîşû, pêdivî û çeteyan dişîne baregeha xwe ya leşkerî li Magadîşûyê.

Êcîc destnîşan kir ku ji aliyekî din ve Qeter hewl dide serweriya Bendera Hopiyo ya li navarasta Somalê bike û wiha domand: “Qeterê beriya du salan lêkolîna ‘El-Cedwa’ çêkir û sala 2018`an şahiyek ji bo danîna kevirê bingehîn hate lidarxistin. Lê belê ji ber gelek sedeman proje nehat pêkanîn. Sedema serkeke ew bu ku eşîra El-Hewiye ya li dijî serok Fermaco  û hevalbendên wî yên navneteweyî li bajarê Hopiyo bi cih dibe. Hemû endamên komeleyê dijberên Fermanco ji wê eşîrê ne, wekî serokên berê Şêx Şerîf Şêx Hesen û Hesen Şêx Mehmûd û muxlîfê bi navê Ebdulrehman Ebd El-Şekûr.”

Nivîskar, rojnamevan û şîrovekarê siyasî yê Somalê Xalid Êcîc di dawiya nirxandina xwe de eşkere kir ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya nivîsgeha alîkariyên derve ya Tirkiyê ya li Hercîsa, ku çavdêriya miqdarên mezin ên pereyan ên ji bo pêkanîna projeyên tenduristiyê, çandiniyê û perwerdeyê li wê herêmê dike li Somalîyand bi cih bibe.

(cx)

ANHA


Mijarên Din