​​​​​​​Dewleta Tirk..Armancên kevin bi mekanîzmayên nû- 3

Dewleta Tirk di salên borî de pêla Bihara Gelan ji bo berfirehkirina hegemoniya xwe bi kar anî. Ji bo wê yekê, komên îslama siyasî û Îxwan Muslimîn wekî amûr bi kar anîn. Tûnis jî yek ji wan welatan bû ku dewleta Tirk destwerdan lê kir.

TÛNIS ARMANCA DESTPÊKÊ YA DEWLETA TIRK LI AFRÎKAYÊ YE

Ji dema ku partiya AKP`ê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan hat ser desthilata Tirkiyê, dewleta Tirk hewl da hegemonî û serweriya xwe li ser welat û xêr û bêrên herêmê ferz bike, nexasim welatên Ereban.

Di vê beşa sêyemîn a dosyaya me de ku têkildarî destwerdanên dewleta Tirk li welatên Ereban e, em ê behsa dewleta Tirk bikin ku çawa Bihara Gelan li gorî berjewendiyên xwe bi kar aniye û tevgerên îslama siyasî xistiye dewrê, bi taybetî jî koma “Îxwan Muslimîn”. Tûnis jî yek ji wan welatan bû ku bû qurbanî.

`TÊKILIYÊN DI NAVBERA DEWLETA TIRK Û TÛNİSÊ DE BERIYA ŞOREŞÊ`

Sala 2004 ji bo têkiliyên dewleta Tirk û Tûnisê saleke dîrokî bû. Dewleta Tirk wê demê peymanên bazirganiya azad bi Tûnisê re pêk anîn, ji ber ku Tûnis yek ji welatên herêma Mexribê bû û sûkeke mezin bû ku nêzî 100 milyon mezêxer berê xwe didinê. Her wiha Tûnis bingeheke jeo-startejîk e û dewleta Tirk dixwaze ji wê derê derbasî kûrahiya Afrîkayê bibe.

Li kêleka wê yekê, sala 2006`an peymaneke hevkariya pîşesaziyê hate îmzekirin û sala 2007`an kete meriyetê. Her wiha sala 2008`an peymaneke din a pîşesaziyê pêk hat, di sala 2010`an de jî muzakereyeke lihevkirinê di navbera Ajansa Pêşxistina Pîşesaziyê û Nûkirinê û Rêxistina Pêşxistina Saziyên Biçûk û Navîn de pêk hat. Her du aliyan sala 2006`an jî têkildarî cihên derxistina madenan peymanek pêk anîn.

` AMÛRA DEWLETA TIRK LI TÛNİSÊ..TEVGERA NEHDA`

Bi destpêkirina Bihara Gelan re ku li Tûnisê dest pê kir, dewleta Tirk tevgerên îslama siyasî yên li wê derê bi kar anî. Bi taybetî Tevgera Nehda ya Îxwanî ku ji berê ve li wê welatî karê wê hatibû qedexekirin, hate pejirandin.

Tevgera Nehda sala 1972`an hate damezirandin û bi awayekî fermî di 6`ê Hezîrana 1981`an de hate ragihandin. Li Tûnisê di 1`ê Adara 2011`an de naku piştî çûyîna serok Zên El-Abidîn Bin Elî ji ser desthilatê ya ji ber destpêkirina Şoreşa Tûnisê di 17`ê Kanûna 2010`an de, hikumeta Mihemed El-Xenûşî (hikumeta yekitiya nîştimanî ya demkî ye li Tûnisê û 17`ê Çileya 2011`an hate avakirin), Tevgera Nehda wekî partiyekî siyasî pejirand.

Di destpêka 2013`an de li Tûnisê aloziyê dest pê kir. Dema ku muxalîf Şukirî Bileyd hate kuştin alozî kûrtir bû. Li ser wê yekê hikumeta Hemadî El-Cibalî îstifa kir û wezîrê karên hundirîn û fermadarê Tevgera Nehdayê Elî El-Erîd di 13`ê Adara 2013`an de wekî serokê hikumeta nû di 13`ê Adara 2013`an de, hate pejirandin.

Heman astengiyên hikumeta El-Cibalî li pêş wê hikumetê jî derketin. Di 25`ê Tîrmeha 2013`an de muxalîf û parlamanter Mihemed El-Berahmî hate kuştin û bi wê yekê li welêt aloziyeke siyasî ya nû dest pê kir. Li ser wê yekê di navbera hevbendiya desthilatdar û partiyên opozîsyonê de diyaloga nîştimanî hate birêxistinkirin, 4 rêxistinên nîştimanî yên Tûnisê sponseriya wê yekê kirin.

Di diyaloga nîştimanî de li ser îstfakirina hikumeta Elî El-Erîd, avakirina hikumeteke teknoqrat a nû ya ji kesên serbixwe, bilezkirina erêkirina destûra nû û endamên desteya bilind a serbixwe ya hilbijartinan, hate erêkirin.

Piştî ku meclisa damezirêner di 8`ê Çileya 2014`an de endamên desteya bilind a serbixwe ya hilbijartinan, hilbijart û di 26`ê heman mehê de destûr erê kir, hikumeta Elî El-Erîd li gorî biryarên diyalgoa nîştimanî îstfaya xwe pêşkêş kir û hikumeta Mihdî Cûma ya serbixwe bi temamî hate erêkirin.

Piştî binkeftina Tevgera Nehda di hiblijartinên 2014`an de hewldanên rejîma serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan yên tecrîdkirina Tûnisê di nava welatên Ereban de bi rêya derxistina alozî û fitneyan, dewam kirin da ku xwe li başûrê Deryaya Spî bi cih bike. Ji bo wê yekê jî rêxistina Îxwan Mislimîn bi kar anî.

Tevgera Nehda ji 22`yê Mijdara 2011`an (dîroka detpêkirina xebatên meclisa damezirêner) û heta 2`yê Kanûna 2014`an (dîroka bidawîbûna xebatên meclisa damezirêner û destpêkirina xebatên parlamentoyê) dewam kir. Xebatên hikumeta herî dawîn a Nehda di 29`ê Çileya 2014 bi dawî bû.

Ji wê demê ve ji bilî desthilata qanûnsaz tiştek di destê Nehdayê û hevalbendên wê yên di terwîkayê de nema. Ew heta dema radestkirina desthilatê ji parlenemtoya nû di 2`yê Kanûna 2014`an de, di desthilata qanûnsaz de. Ew yek piştî hilbijartinên 26`ê Cotmeha 2014`an pêk hat.

DEWLETA TIRK LI TÛNİSÊ ZEMÎNEKE ABORIYÊ YA XURT AVA KIR

Piştî ku Tevgera Nehda hat ser hikumê Tûnisê, dewleta Tirk bi rêya peymanên aboriyê hebûna xwe li Tûnisê xurt kir û bi wê yekê kelûpelên xwe li ser hesabê pîşesaziya Tûnisê firotin Tûnisê. Bi wê yekê li welêt krîzeke aboriyê rû da û bêkarî jî bi rêjeyeke mezin belav bû.

Sala 2011`an dema ku Tevgera Nehda li ser hikumê bû, dewleta Tirk û Tûnisê peymaneke hevkarî û hevatiyê îmze kir. Enqereyê di Hezîrana 2012`an de fînansekirinên bi nirxê 500 milyon dolar derxistin. Her wiha meclisa bilind ya hevkariya stratejîk a Tûnis-Tirkiyê ava kir  ku yekemîn gerên wê di 5 û 6`ê Hezîrana 2013`an de li Tûnisê hate lidarxistin. Tê de 12 peymanên hevkariyê û 9 planên kar ên di qadên cuda de, hatin pêkanîn. Li gorî daneyên sala 2015`an dewleta Tirk bi zêdetirî 210 milyon dolarî li Tûnisê îstismar kir.

DESTEKDAYÎNA LEŞKERÎ

Dewleta Tirk bi destwerdana aboriyê li Tunsiê têr nebû, lê belê Enqereyê bi lez xwest kaxizên zextê yên cuda bi kar anî da ku rewşên nû derxe holê û di pêşeojê de hegemoniya xwe bi temamî li Tûnisê mayînde bike. Serokê Saziya Pîşesaziyên Parastinê ya Girêdayî Serokatiya Tirkiyê Îsmaîl Demîr demek berê eşkere kiribû ku îxracata leşkerî bo Tûnisê gihaştin 150 milyon dolar.

Demîr bi tiwîttekê gotibû ku 5 şîrketên Tirkiyê îxracata girîng bo Tûnisê pêk anîne û nirxê wan gihaştiye 150 milyon dolar, ew yek bi hevkariya saziya pîşesaziyên parastinê pêk hat.

Piştî demekê jî dezgehên çapemeniyê ragihandin ku piştigiriya leşkerî balafirên bêpîlot ên ji cureya “"Phoenix-S" ya şîrketa pîşesaziya asîmanî “Tosaş”, panzêrên ji cuyreya “kerî” ya şîrketa “BMC”,  Ajder Yalçin ji şîrketa "Norulmakina" û mekanîzmeyên cuda wekî sehrîc û tankên şîrketa “Katmîr Çiler” û sîstemên enerjiyê yên şîrketa “Asêslan”, girtin nava xwe.

TÛNİS ARMANCA DESTPÊKÊ YA DEWLETA TIRK LI AFRÎKAYÊ YE

Çavnebarî û komployên dewleta Tirk li dijî welatên Ereban li Rojhilata Navîn û Afrîkayê êdî zelal in. Li kêleka planên Erdogan ên vegerandina serdema osmaniyan, dewleta Tirk hêza xwe li Tûnisê bi kar tîne da ku wekî destpêk li welatên din ên Ereban jî bi kar bîne. Çavdêr dibêjin, dema eşkerekirina îxracaeta leşkerî û ewlehiyê yên Tirkiyê bo Tûnisê, bi guman e. Her wiha dibêjin ku ew yek girêdayî planên dewleta Tirk ên bi rêya wekîlên xwe li Tûnisê ye, nexasim Tevgera Nehda ya îxwanî. Bi wan planan armanc dike ku Tûnisê veguherîne armanca destpêkê ya pêkanîna planên xwe li herêma Mexribê.

Dewleta Tirk dixwaze tevgera nîvagasyonê ya asîmanî li Tûnisê kontrol bike da ku Afrîka, rojavayê Ewropa, rojhilatê deryaya Spî û rojavayê wê girê bide. Ji ber ku Tûnis xwedî cihekî stratejîk e û li nuqteya herî bilind li Afrîkayê dikeve. Her wiha ew li nîva bakurê Afrîkayê ye û deryaya Spî di navbera wê û Îtalyayê de ye. Tûnis û Îtalya çavdêriya hawizên rojhilat û rojavayê deryaya Spî dikin û li ser dergeha Seqeliya ya di navbera her du hawizan de dikin.

GELÊ TÛNİSÊ Û ALIYÊN SIYASÎ DESTWERDANÊN DEWLETA TIRK RED DIKIN

Dewleta Tirk di hewldanên xwe yên berfirehkirina serweriya xwe li Tunsiê de rastî astengiyeke mezin hat. Di dawiya Kanûna 2019`an de Tûnisê plana Erdogan a xurtkirina hêza xwe li wir ji bo vegerandina împeratoriya Osmanî, eşkere kir. Bi taybet piştî ku destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê ya ji bo destekdayîna komên hikumeta Wîfaqê, red kir. Çalakvanên Tûnisê û di serî de siyasetmedara berz Ebîr Mûsa, wê demê ragihandin ku Erdogan bi rûxandin û talankirina xêr û bêrên welatên Ereban û destekdayîna komên tundraw tenê dixwaze berjewendî û plana xwe pêk bîne.

Di wê çarçoveyê de, li pêş balyozxaneya Tirkiyê ya li paytexta Tûnisê ji bo redkirina planên muhtemel ên destwerdana leşkerî ya Tirkiyê li Lîbyayê, xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin. Xwepêşandêran ragihand ku ew destwerdana Tirkiyê li Tûnisê red dikin û gelê Tûnisê tenê xwedî biryara xwe ye û dê rê nedin ku komplo li ser pêk bên. Her wiha bang li xwepêşandêran kir ku li hemberî destwerdana dewleta Tirk li Tûnisê û hemû welatên Ereban, xîtabeke zelal bidin.

ÇAVNEBARIYÊN DEWLETA TIRK

Têkildarî mijarê damezirêner û serokê Komeleya Tûnis El-Hûra û endamê Koalîsyona Navneteweyî ya Parastinê Hazim El-Qisûrî got: “Bi hatina Tevgera Nehdayê li ser desthilatê re, çavnebariyên dewleta Tirk ên ji bo vegerandina xewna xîlafetê, dîsa derketin pêş.”

El-Qisûrî destnîşan kir ku serweriya dewleta Tirk li Tûnisê bi rêya şîrketên di hemû qadan de vegeriya û daxuyand ku sûkên Tûnisê bi kelûpelên Tirkiyê, xizmet û amadekariyên ewlehiyê hatin dagirtin û wiha dewam kir: “Di xwepêşandanên 6`ê Sibatê de ji bo çewisandina xwepêşandêrên aştiyane alavên Tirkiyê hatin bikaranîn.”

El-Qisûrî teqez kir ku divê Tûnis bi rêya zagon û siyasetên xweparastina ji kapîtalîzmê bê parastin û zext li dewleta Tirk bê kirin, her wiha avakirina hevsengiyeke siyasî ya bi armanca rizgarkirina welêt ji xwespartina tirkan û derve, bê lezandin, ji bo şikandina dorpêşî roleke herêmî bê lîstin û , li dijî projeya Tirkiyê ku piştevaniya Îxwanan dike hevalbendî bi hin aliyan re bê kirin.

El-Qisûrî di axaftina xwe de îşaret bi serweriya dewleta Tirk li ser aboriya Tûnisê kir û destnîşan kir ku sûkên Tûnisê bi kelûpelên Tirkiyê hatin dagitin û wiha dewam kir: “Wezîrên bazirganiyê yên Tevgera Nehda ew yek hêsan kirin. Kelûpelên Tirkiyê ku hewcedariya Tûnisê pê tine ye anîn û hişt ku gefa îflasê li kargehên Tûnisê ku tê de xebatkarên Tûnisî kar dikin û berhemên ji yên Tirkiyê paqijtir, bê xwarin.”

El-Qisûrî destnîşan kir ku pereyên wan kelûpelan bi dolar ji bo Tirkiyê tên dayîn û ev yek zirarê li pereyên welat dike, ku di salên dawîn de ji ber wê yekê û ji ber hin faktorên din nirxê wê daket.

‘ERDOGAN BÊRIYA ÎMPRATORIYA OSMANÎ DIKE'

Serokê Navenda Mixaribî ya Lêkolîn û Belgeyan li Tûnisê Mecid El-Berhûmî jî got: “Zilamê nexweş Recep Tayyîp Erdogan bêriya serdema împeratoriya Osmanî dike, ku welatên Ereban piştî bi sedan salan ji zordestî û stemkariyê bi zemhetî jê xilas bûn. împeratoriyê Osmanî welatên Ereban gihandin rewşeke lawaz, û mêtîngeriya welatên rojavayê jê re hêsan kir.”

El-Berhûmî diyar kir ku di hestreta Erdogan a ji bo serdema împaratoriya wî ya hilweşiyayî de, xwesteka serdestkirina mêtîngehên berê hene, ku Tûnis jî di nav de ye û wiha lê zêde kir:" Di serdema Sultan Silîm ê Duyemîn de, Osmaniyan bi serkêşiya Sînan Paşa li dijî Tûnisê operasyonek dest pê kirin. Di encamê de tabûrên Inkişarî (Yeniçeri) ji Cezayîrê bi awayekî bejahî derbas bûn. Beriya Tûnisê an ku di serdema Suleymanî El-Qanûnî de li Cezayîrê aloziya dagirkeriya Osmanî derketibû. Di vê çarçoveyê alîgirê Osmaniyan û lîderê îxwnan li Tûnisê Raşid El-Xeneşû gotibû, ne ji Sînan Paşa bûye dê niha Tûnis dewleteke me musliman bûya, ji ber pêngava wezîrê herî mezin ên Osmaniyan li Xedrayê ew jî palanên Îspan rizgar kir.

 ‘EL-XENÛŞÎ Û TEVGERA NEHDA AMÛRATIRKAN A DESTWERDANA LI TÛNİSÊ NE’

El-Berhûmî diyar kir ku “El-Xenûşî û Tevgera Nehda bi giştî alavên Erdogan û Tirkan ên xwebicihkirina li Tûnisê û serweriya aboriyê û biryarên siyasî yên serokatiyê ne, ji ber ku Erdogan Tûnisê wekî eyalet anku wîlayeteke Osmanî ya berê dibîne tevî ku dîroka wê vedigere beriya bi hezaran salan anku beriya hebûna delweta Tirk li Asya biçûk.”

Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide destê xwe deyne ser Tûnis û wiha dewam kir: “Wê yekê bi rêya fînansekirina hemleyên hilbijartinan û çalakiyên partiyetî yên Tevgera Nehdayê, pêk tîne, da ku Nehdayê bigihîne hikumê û piştre welat bi destê tirkan de bihêle.”

 ‘DEWLETA TIRK DESTÊ XWE DANIYE SER BALAFIRGEHAN’

Macid El-Berhûmî behsa stratejiya dewleta Tirk li Tûnisê jî kir û tekez kir ku şîrketeke tirkî ji dema serok Zên El-Abidîn Bin Elî ve destê xwe daniey ser Balafirgeha El-Menstêr El-Hebîb Boreqîbe ya navneteweyî û Balafirgeha El-Nefîda El-Hemamat a navneteweyî û got: “Lê 7 balafirgehên din ên mayî û ji wan Balafirgeha Tûnis Qertaj a navneteweyî ku balafirgeha sereke ye, di bin destê dewleta Tûnisê de ne.“

Macid El-Berhûmî teqez kir ku Tirk dixwazin destê xwe deynin ser şîrketa xetên Tûnisê û ew li benda derfetekê ne ku kontrol bikin û got: “Derengmayîna hikumetê di pêkanîna sererastkirinên pêwîst de, alîkariya tirk ji bo wê amancê dike. Lê belê xuya ye ku dê welatiyên Tûnisê serê xwe netewînin, nexasim Yekitiya Giştî ya Xebatê ya Tûnisê ku qet naxwaze dest li saziyên giştî û bi taybetî şîrketa xetên Tûnisê bê werdan.”

 ‘TÛNISÊ WEKÎ DIKEKÊ BER BI LÎBYAYÊ VE BI KAR TÎNE’

Serokê Navenda Mixaribî ya Lêkolînan û Belgekirinê ya li Tûnisê Macid El-Berhûmî di dawiya nirxandina xwe de wiha got: “Tirk dixwazin Tûnis di dosyaya Lîbyayê de piştgiriyê bide wan. Ji ber ku Tûnis û rojavayê Lîbyayê xwedî girêdaneke dîrokî, çandî û şaristanî ne û her tim ji dema serdema Qertajan û heta dema ketina Lîbya di destê Osmaniyan de wekî hêzekê bûn. Lê belê di vê çarçoveyê de Tevgera Nehdayê ji ber hevkariya wê bi Tirkan re di dosyaya Lîbyayê de her tim rastî opozîsyona hundirîn a berfireh tê, her wiha serok Qeys Seîd helwestên wê temsîl nake.”

(cx)

ANHA


Mijarên Din