Dewleta Tirk..Armancên kevin bi mekanîzmayên nû- 4

Dewleta Tirk ji bo kontrolkirina rêyên veguhastinên ên deryayî û bi taybetî tengava Bab El-Mendêb, dorpêçkirina Kendava Erebî û bicihbûna li Afrîkayê, destekê dide koma Îxwan Muslimîn û dixwaze li Yemenê serwer be. Ji bo wê armancê, mezintirîn baregehên xwe yên li derve ku li Somalê ye, bi kar tîne.

`YEMEN DI HESABÊN DEWLETA TIRK YÊN KONTROLKIRINA RÊYÊN VEGUHASTINÊ YÊN DERYAYÎ DE YE`

Di beşa çaremîn a dosyaya me de ku çavdêriya destwerdanên dewleta Tirk li welatên Ereban dike, em ê balê bikişînin ser bikaranîna pêla bihara gelan û tevgerên îslama siyasî bi taybetî Îxwan Muslimîn ji aliyê dewleta Tirk ve. Yek ji welatên ku bûne qurbanên van destwerdanan Yemen e, ku gelê wê hê jî fatora wê dide.

`JI BERÊ VE LI YEMENÊ BI CIH BÛYE`

Welatên Ereban ji ber xêr û bêrên xwe ji bo Împeratoriya Osmanî xwedî girîngiyeke mezin bûn. Artêşên Osmaniyan du caran ber bi Yemenê ve çûn. Cara yekemîn di sala 1538'an de û ya duyem di sala 1849'an de bû. Hindek mabû ku paytexta Yemenê Senaa veguhere wîlayeteke osmanî, lê belê Împeratoriya Osmanî di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de têk çû.

Cara yekemîn di sala 1538`an de bi fermana Suleyman El-Qanûnî Yemen hate dagirkirin. Wê demê ji bo dagirkirina Yemenê bi fermandariya Suleyman Paşa hemleyek deryayî ya mezin hate destpêkirin. Hemleyê ji Bendera Siwês a Misirê dest pê kir û gihaşt li hemberî Bendera Edenê. Osmaniyan tê de beravên başûr û rojavayî Yemenê kontrol bikin.

Di sala 1635`an de gelê Yemenê bi serkêşiya Îmam El-Qasim Bin Mihemed li dijî waliyên Osmanî dest bi şoreşê kirin. Serhildan bi derxistina Osmaniyan ji Yemenê û serxwebûna Yemenê (cara yekê di cîhana erebî de) bi dawî bû. Dagirkirina duyemîn di sala 1849`an de bû dema ku Osmanî dîsa vegeriyan Yemenê û bajarê El-Hudeyde bi dest xistin. Her wiha li ser vexwendina hakimê bajêr ku dixwest Yemen bibe wîlayeteke Osmaniyan, ketin Senaayê. Lê di demeke kurt de şoreşeke din li dark et û osmanî neçar vekişînê man.

Piştî bi sedan salan piştî destpêkirina "Bihara Gelan" li herêmê ji sala 2010'an ve, neviyên Osmaniyan rewşa welêt bi kar anîn. Dewleta Tirk di sala 2011`an de li Senaa paytexta Yemenê li nêzî avahiya Wezareta Berevaniyê ji bo bîranîna leşkerên Tirk ên ku di Feyleqa 7`an di dema “dagirkeriya” Osamî li welêt de hatine kuştin, peykerek danî.

`ŞOREŞA YEMENÊ`

Gelê Yemenê jî gelên din ên herêmê di 11`ê Sibata 2011`an de daketin qadan û banga hilweşîna sîstema serok Elî Ebdullah Salih kirin. Şoreşa wan aştiyane bû. Salih di Mijdara 2011`an de li Riyadê peymanek îmze kir da ku desthilatê bide cîgirê xwe Ebid Rebo Mensûr Hadî.

Di Adara 2013'an de tevgera gel veguherî şerên çekdarî û aliyên derve yên wekî Îranê bi rêya destekdayîna Hûsiyan û dewleta Tirk bi rêya şandina çekan, dest li welêt werda. Saziyên ewlekariyê yên Yemenê di heman salê de dest danîn ser kamyonên çekan ên ku dewleta Tirk ji bajarên Yemenê re şandibû, tê de dabanceyên bêdeng û çekên din hebûn Di Tebaxa 2013`an de Hûsiyan bi ser bajarê Saide de girtin û bi hêzên Yemenê re ketin şer. Di encamê de bi dehan kes hatin kuştin. Piştî wê Hûsiyan di Îlona 2014`an de Senaa xistin bin kontrola xwe. Wê demê Erebistana Siûdî kontrolkirina Senaayê ji aliyê Hûsiyan ve wekî hewldaneke Îranê hesiband, ku Riyad Îranê bi destekdayîna Hûsiyan tawanbar dike.

Di Adara 2015`an bi tevlêbûna yekser a Siûdiyê ji şer re guhertineke mezin çêbû û ji bo piştgirtiya hêzên Yemenê li dijî Hûsiyan, koalîsyonek hat avakirin. Pêngava ku Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdî daye destpêkirin bi navê “Bazhoza El-Hezim/Asifêt El-Hezim” hat binavkirin. Enqereyê wê demê piştgiriya xwe ya siyasî ji bo operasyona leşkerî ya bi serkêşiya Siûdiyê li Yemenê ragihand û biryar da ku beşdarî koalîsyonê nebe. Enqere xwest li Yemenê dûrî stratejiya Riyadê tev bigere.

`DESTWERDANA DEWLETA TIRK LI YEMENÊ`

Piştî ku dewleta Tirk stratejiya xwe ji Koalîsyona Erebî veqetand, dest bi bikaranîna Îxwan Muslimîn kir ku Partiya Îslahê ya Yemenê (di 13'ê Îlona 1990'an de hate damezirandin) û hin kesatiyên din ên girêdayî berjewendiyên Qeterê, nûnertiya wê dikir.

Dewleta Tirk piştî çûyîna serokê Yemenê Elî Ebdullah Salih, piştgiriya xwe ji Partiya Îslahê ya Yemenê re ragihand. Ev piştgirî bi rêya civînên domdar ên rayedarên Tirk bi serokên vê partiyê re û pesndayîna Enqereyê ji rola partiyê re di xebatên siyasî de, derket holê. Hemwextî wê serokên partiyê propaganda ji xwe re çêkirin ku ew dê tecrubeya îslamiyên Tirk di hikumê de, dubare bikin.

Siyasetmedar, rûspî û karsazê bi navê Hemîd El-Ehmer rolek di xurtkirina timayên dewleta Tirk di Yemenê de lîst û piştî ku çû Stenbûlê, têkiliyên xurt bi dewleta Tirk re ava kirin.

Piştre, belgeyeke ji balyozxaneya Amerîka ya li Senaayê niyetên Partiya Îslahê ku piştgiriyê ji Enqereyê digire, eşkere kir. Di belgeya ku li ser malpera Wikileaks hate bealvkirin de, hat gotin ku serokên partiyê bi zanabûn, têkilî bi balyozxaneya Amerîkayê re danîne û ew agahdar kirine ku dê mîna Partiya Refah a Tirkiyê bin û parastina tecrubeya desthilata Tirkiyê di hikumê de bikin û wiha hatibû gotin “Tu kes ji tundrawên li Tirkiyê natirse” anku fobyaya Îsalmî pêwîst nake.

Li gorî analîzeke ku di malpera televîzyona TRT'ê ya hikumeta Tirk de hatiye weşandin, têkiliya di navbera Enqere û Partiya Îslahê ya Yemenê de bi pêş ket û êdî Enqereyê partiya navborî wekî hevalbendeke xwe ya siyasî didît.

Piştgiriya dewleta Tirk di çarçoveya piştgiriya Partiya Îslahê berfireh bû, bi rêya vekirina nexweşxaneyan ji bo dermankirina birîndarên partiyê yên ku di şerên bi Hûsiyan û hêzên Meclisa Başûrê re birîndar bûne, ku Îmarat desteka wê meclisê dike. Dewleta Tirk nasnameya tirkî da endama Partiya Îslahê ya Yemenê û xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê Tokel Kerman. Kerman jî ragihand ku ew ji xelata Nobelê zêdetir bi hemwelatîbûna xwe ya Tirk serbilind e.

`ÎSTIXBARATA TIRKIYÊ BI RÊYA RÊXISTINAN DERBAS BÛ Û ZEMÎN AMADE KIR`

Tevgera dewleta Tirk li Yemenê bi rêya derbasbûna ajanên îstixbarata Tirkiyê di dergehên parêzgeha El-Mehra (li rojhilatê Yemenê) re di bin sîwana Desteya Xêrxwaziyê ya Mirovî de, zêde bûn.

Di vê çarçoveyê de, di Gulana 2019`an de Desteya Xêrxwaziyê ya Mirovî (IHH) ya dewleta Tirk ragihand ku wan alîkariyên mirovî pêşkêşî hewcedarên li bajarên Meirêb, El-Cewf û Seyûn kirine. Di Tebaxê de ragihand ku wê 11 navendên tenduristiyê li Yemenê û navendeke tenduristiyê li Qedrea, navendeke tenduristiyê ya zarokan û kesên temenmezin li Edenê, navendeke tenduristiyê li Hedramewt, navendeke tenduristiyê li parêzgeha El-Cewf û navendeke tenduristiyê taybet bi nexweşiyên çerm li Teezê, vekirine.

Dewleta Tirk rêxistin û komeleyan wek rêbazekê bi kar tîne da ku derbasî nava civakan bibe û wan kontrol bike. Ji saziyên Tirkiyê yên sereke ku li Yemenê çalak in, Komeleya Rîbat, Desteya Xêrxwaziyê ya Tirkiyê, Komeleya El-Heq a Xêrxwaziyê, Rêxistina Tîka, Heyva Sor a Tirk û rêxistina Afad.

`PÊŞKETIN Û BANDORA DAXWAZÊN TIRKIYÊ`

Wekî pêşketineke berçav û bandora daxwazên Tirkiyê ku roleke ji belavkirina alîkariyên mirovî zêdetir bilîze, di sala 2019`an de şandeyeke payebilind a Tirkiyê bi serokatiya cîgirê wezîrê hundirîn Îsmaîl Çatakli serdana Edenê kir û bi serokê hikumetê Mûyîn Ebdulmelêk û wezîrê karên hundirîn Ehmed El-Meyserî re bi awayekî cuda hevdîtin pêk anî.

Wê demê hate eşkerekirin ku dewleta Tirk bi bihaneya destekdayîna hikumeta ku li ser erdê hatiye pejirandin, dixwaze piştgiriya hêzên ewlekariya hundirîn ên Yemenê bike û wan perwerde bike, da ku girêdayî xwe bike û wan kontrol bike.

Piştî civîna berê, hevdîtin bi awayekî veşartî û carina bi awayekî eşkere li dû hev pêk hatin. Ji wan hevdîtinanan, serdana wezîrê veguhastinê yê Yemenê yê wê demê Salih El-Cebwanî bû ku di Çileya 2020`an de serdana Tirkiyê kir.

Li gorî ku hatiye eşkerekirin, hevdîtin bi armanca îmzekirina rêkeftinê bi dewleta Tirk re têkildarî pêşxistina bender, balafirgeh û xetên rêyan ên Yemenê pêk hat. Da ku rê li pêş dewleta Tirk were vekirin ku destwerdanê bike û xêr û bêrên welêt talan bike.

`TIKRIYE SPARTGEHEK BI EWLE YA TUNDRAW Û KESÊN JI HIKUMETA YEMENÊ REVIYANE’

Dewleta Tirk bi destwerdana li Yemenê, ne tenê çek dan endamên El-Qaîde, DAIŞ an Îxwan Muslimîn lê belê spartgeheke bi ewle ji gelek kesên tundraw ên Îxwanên yemenî û yên ji ber dozên siyasî ji edaletê re dihatin xwestin, peyda kir. Wekî sûcdarên teqîna Mizgefta Dar a Serokatiyê ku serokê berê Elî Ebdullah Salih û hin rayedarên hikumetê di 2011`an de hedef girtin. Her wiha kesayetên ku di lîsteya terorê ya Wezareta Diravî ya Amerîkayê de û hin rêveberên yemenî ku têkiliyên wan bi Cebhet El-Nusra û komên terorîst ên din li Sûriyê  re hebû, pêşwazî kirin.

`ÇAVNEBARIYÊN DEWLETA TIRK LI YEMENÊ`

Dewleta Tirk ji destpêka destwerdana li Yemenê ve xwest armancên stratejîk ên girêdayî projeyên xwe yên mêtîngeriyê û Osmanî, pêk bîne. Ji armancên wê yên sereke:

- Dewleta Tirk dixwaze li Yemenê eniya Îxwan Muslimîn xurt bike. Bi rêya bikaranîna heman stratejiya siyasî ya ku di salên dawîn de daye meşandin, da ku eniyeke nû li dijî eniya Siûdiyê-Îmaratê veke. Ji ber ku ji aliyê erdnîgarî ve nêzî her du welatan e.

- Dewleta Tirk bi rêya piştgiriya komên nêzî xwe li Yemenê armanc dike ku hebûn û bandora xwe li tengava Bab El-Mendêb zêde bike. Heke em li derfeta bikaranîna baregeheke leşkerî li Somalê binêrin ku baregeha leşkerî ya Tirkiyê a herî zêde nêzî herêmê ye, bi wê yekê dê pêkanîna armancên dewleta Tirk hêsan bibe.

- Di çarçoveya pêşbirka herêmî de bi taybet têkildarî geşedanên li başûrê Yemenê, dewleta Tirk niyet nake ku li paş pêşbazên xwe yên din ên herêmî bimîne, ku ew jî roleke girîng di vê herêma stratejîk de dilîzin. Ji ber wê yekê dewleta Tirk ne tenê Erebistana Siûdî yan jî Îmaratê, lê belê rola Îranê jî di ber çavan re derbas dike.

- Bi kontrolkirina Yemenê re dewleta Tirk hewl dide dergeha Deryayê Sor kontrol bike ku dirêjbûna wê ber bi bakur ve bi rêya Qenat Siwês, xeta herî girîng a barkirinê ya ber bi rojhilatê deryaya Spî û başûrê Tirkiyê ve ye. Ji ber ku stratejiya Tirkiyê ew e ku li dora Nîvgirava Erebî ber bi Qilûça Afrîkayê ve li başûr û li bakurê Afrîkayê ber bi berava Deryayê Spî û çolistanê ve li bakur, serwer be. Hebûna baregeke leşkerî ya Tirkiyê li Somalê, vê armancê bi zelalî nîşan dide ku dewleta Tirk bi rêya wê baregehê dixwaze serweriya xwe li Qilûçê Afrîkayê jî xurt bike.

Têkildarî mijarê, rêveberê Navenda Lêkolînên Erebî li Qahîreyê Hanî Silêman wiha got: “Dewleta Tirk hewl dide xwe wekî alternatîfa dane û hevsengiyên hêzên heyî ferz bike. Wekî dewleteke Sunnî xwe nêzî welatên Ereban dike, lê di dawiyê de ew tenê dixwaze armancên xwe pêk bîne."

Silêman teqez kir ku nêzîkbûnên berê yên di navbera dewleta Tirk û hin welatên Ereban de bi rêjeyeke mezin bi ser neketin, ji ber ku dewleta Tirk tenê ji bo xwe kar dike ne ji bo geşkirinek aborî ya hevseng û wiha dewam kir: “Her wiha hemû alî li hev nakin. Dewleta Tirk hewl dide berjewendiyên xwe li ser erdê dûrî aliyên din pêk bîne.”

`ÇAVNEBARIYÊN DÎROKÎ Û STRATEJÎK`

Di vê derbarê de, nivîskar û rojnamevanê yemenî Mukreb El-Ezib dibêje: “Bê guman, dewleta Tirk li herêma Ereban bi gistî ji Misirê bigire heta Iraq, Lîbya, Tûnis, Somal û Yemenê, xwedî çavnebariyên dîrokî, stratîjîk û ewlehiyê ye. Dewleta Tirk a erdoganî hêvî dike ku ji nû ve dewletên ku Împeratoriya Osmanî kontrol dikirin, bixe bin serweriya xwe. Destwerdana wê li kar û barên welatên Ereban jî di çarçoveya şerê herêmî û navneteweyî û hewldanên wê yên ferzkirina desthilatdariya xwe bi rêya Îxwan Musilman de, pêk tê ku sîwana siyasî û leşkerî ya dewleta Tirk li herêmê ne.”

El-Ezib wiha lê zêde kir: “Dewleta Tirk a erdoganî di demeke nêz de destê xwe dirêjî Sûriyê, Iraq, Lîbya û Somalê kir da ku hebûna xwe li wan welatan ferz bike û hemû ajanên xwe yên li herêmê amade bike da ku bibe alternatîfa paşerojê ya Koalîsyona Erebî li Yemenê. Her wiha karîbû di aliyê leşkerî de li Lîbya bi cih bibe.”

Di berdewama axaftina xwe de El-Ezib diyar kir ku Îxwan Muslimîn (Tevgera Îslahê) bi rêya hincetên xwe hewl didin destwerdana leşkerî ya dewleta Tirk a li Yemenê û kontrolkirina tengava Bab El-Mendêb (ji girîngtirîn dergehên avê yên li cîhanê ye), bi raya giştî bidin qebûlkirin û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze hewldanên dewletên Koalîsyona Erebî yên ji bo rizgarkirina herêmên Yemenê yên di bin kontrola Hûsiyan de, têk bibe û wê wek mêtîngerên Yemenê ji raya giştî û herêmî re nîşan bide. Her wiha baregeh û hêzên koalîsyonê weke şaneyên veşartî ku li benda destwerdana dewleta Tirk in zemînek ji bo destwerdana wê li Yemenê ava bike.”

`DIVÊ DEWLETÊN EREBAN HEVBENDIYEKE LEŞKERÎ YA HEVBEŞ AVA BIKIN`

Nivîskar û rojnamevanê yemenî wiha axaftina xwe dewam dike: “Divê welatên Ereban xetereya çavnebariyên dewleta Tirk û girîngiya bandora neteweyî ya erebî nas bikin û hewl bidin ku destpêkê li gorî qanûnên hevbeş ên erebî û lihevkirinên erebî, Îxwam Muslimîn wekî tevgereke terorîst bi nav bikin, rê li pêşiya wergirtina pereyên derve bigirin û çavdêriyeke cidî li ser sextekirina pereyan li welat û derve ferz bikin."

El-Ezib destnîşan kir ku divê dewletên Ereban hevbendiyeke leşkerî ya hevbeş ava bikin da ku li hemberî destwerdana hêzên biyanî, tirkî, farisî yan amerîkî, bi lez destewrdanê bikin û ewlehiya dergehên avê yên heêrmî û navneteweyî biparêzin.

Di dawiyê de nivîskar û rojnamevanê yemenî Mekreb El-Ezib got: “Yekitiya Welatên Ereban bi rêya dewletên endam dikare tevgera ronakbîrî ya Erebî ava bike, ji bo welatiyên Ereb hişyar û zana bike û xeteriyên li ser herêmê ji aliyê dijminên herêmî ve wekî Îsraîl, Îran û Tirkiyê bide nasîn.”

 (şx)

ANHA


Mijarên Din