Dewleta Tirk..Armancên kevin bi mekanîzmayên nû- 5

Ji destpêka aloziya Lîbyayê û dewleta Tirk dixwaze vî bajarê tijî çavkaniyên enerjiyê bixe bin serweriya xwe de. Her wiha sûdê jê bigre ku Rojhilata Navîn destekê bide wê û vî welatî weke destpêkirina ber bi Afrîqiyayê ve bikar bîne da ku bixe bin serweriya xwe de. 

'DEWLETA TIRK BI RÊYA IXWAN MUSLIMÎN LÎBYAYÊ DAGIR DIKE'

Emê di beşa xwe ya 5`emîn û dawîn de ji dosyaya xwe ku behsa destwerdanên dewleta Tirk ji dewletên ereban re, keysbazkirina dewleta Tirk ji komên Îsalmî Siyasî di şexsê Ixwan Muslimîn de li Lîbyayê da ku berjewendiyên xwe di dewletên ereban û Afrîqyayê de pêk bîne, bikin.

DEWLETA TIRK Û LÎBYAYA DI ALIYÊ DÎROKÊ DE

Lîbya nêzî 360 salî di bin serwriya Osmaniyan de ma ku gel binpê dikir, talan dikir û ew ber bi bajarên Tirkiyê ve dibir. Gelê Lîbyayê serî ji vê dagirkeriyê re netewand lê belê gelek şoreş lidar xistin û dewleta Osmanî neçar kir ku dev ji Lîbyayê berde û di sala 1912`an de li beramberî hin giravan û li gorî lihevkrina Lozanê bide Îtaliyayê. Osmaniyan Lîbya weke parçeyekî girîng ji stratîjîka dewleta Osmanî didît da ku serweriya xwe li ser beravên Deriyaya Spî û Afrîqiyayê, ferz bike.

Di navbera sala 1969 heta 2011`an (Dema serweriya Mûemer El-Qezafî ji welêt re) gelek geşdan di têkiliyên Tirkî – Lîbî de çêbûn ji wan destekdayîna El-Qezafî ji destwerdana dewleta Tirk ji Qibrisê re di sala 1974`an û dagirkirina wê û veguhestina bazirganî di dema serweriya El-Qezafî de di navbera her du welatan de gihaşt nêzî 12 milyar dolar.

'DESTPÊKA ŞOREŞÊ'

Di 15`ê Sibata 2011`an de li Benxazî ya rojhilatê Lîbyayê xwepêşandan hatin lidarxistin û rejîma El-Qezafî bi tundî bersiva wê dan beriya ku bighêje herêmên din. Di navbera hêzên ewlehî û xwepêşandêran de şer derket û di encama wê de bi hezaran kuştî çêbûn.

Di vê pêvajoyê de helwesta dewleta Tirk bijberî û tevlîheviyê hat naskirin. Tu helwestên fermî ji aliyê dewleta Tirk ve derneket ku sekna wê bi şoreşê re di roj û heftiyên wê yên destpêkê de, diyar bike. Her wiha ev rewşa aliyên ku şer dikin jî. Lê destwerdana NATO`yê ji bo xistina rejîma El-Qezafî helwesta dewleta Tirk ku duyemîn hêz di nava NATO`yê de, eşkere kir.

Di 20`ê Mijdara 2011`an de li bajarê Sirt El-Qezafî hate kuştin û piştî 3`ê rojan Meclisa Niştîmanî ya demikî alava siyasî ya şoreşgran di wê demê de, rizgarkirin bi temamî li tevahî welêt ragihand. Di Tebaxa 2012`an de Meclisa Niştîmanî ya demikî desthilata xwe radestî kongreyê niştîmanî yê giştî (Parlemento) ku beriya wê bi mehekê hatibû avakirin, kir.

Wezîrê Karên Derve yê berê yê dewleta Tirk Ehmed Davutoglu di wê demê de erêkirina dewleta Tirk ji Meclisa Niştîmanî ya Demikî ya Lîbyayê re weke nûnerê fermî yê gelê Lîbyayê, ragihand.

Enqere helwest û têkiliyên bi rejêma nû re di wê demê de ku Meclisa Demikî ya Lîbyayê bû, xurt kir. Desteka siyasî û aborî da wê. Ev destwerdan rê li pêşiya şer li Lîbyayê û belavbûna komên radîkal li herêmên cûda ji welêt re, vekir.

'DESTPÊKA ŞER'

Di sala 2014`an de Xelîfe Hefter weke hêzekê li Lîbyayê derket. Hefter di Gulana 2014`an de li dijî komên îslamî dest bi operasyonê kir. Di Hezîranê de parlementoya nû hate hilbijartin û praniya parlementeran alîgirên Îslamî ku ew qut kiribûn. Di dawiya Tebaxê de Îtîlafê "Fecir Lîbya" ku komên çekdar ji wan komên îslamî di navde hebûn Terablus xistin bin serweriya xwe de û kongreyê niştîmanî yê giştî (Parlemento) ku dema wî bidawî bibû vegerand û hikûmet ava kir.

Di Hezîranê de hikûmet û parlemento li rojhilatê welêt bi cih bûn. Li Lîbyayê du parlemento û du hikûmet çêbûn. Di Kanûna 2015`an de û piştî lihevkirinên ku çend mehan dewam kir, nûnerên civaka sivîl û parlementeran li El-Sixêran a Mexrib lihevkirinek bi sponseriya NY`yê îmze kirin. Di Adara 2016`an de hikûmeta Wîfaq a niştîmanî hate ragihandin û serokê hikûmetê Fayiz El-Serac di çûna ber bi Terablusê de bi ser ket lê li rojhilat hikûmeta wekhev ku Hefter destekê dide wê û parlemento dijî wê ne, ma.

Hefter hewl da ku welêt bike yek. Ji ber wê di 4`ê Nîsana 2019`an de ber bi rojava ve çû da ku rastî Terablusê were û armanca wî ku hikûmeta Wîfaq a niştîmanî bi serkêşiya Fayiz El-Serac têk bibe. Hêzên Hefter ber bi bajarê Sirt ê 450 km rojhilatê Terablusê ve, çûn. 

ÇAWA DEWLETA TIRK DESTWERAN KIR?

Destekdayîna dewleta Tirk a veşartî ji komên Wîfaq re ji destpêka hemleya Hefter li ser Terablusê hebû. Hikûmeta Lîbyayê li rawestgeha deriyayê ya El-Xes a rojavayê Lîbyayê du barên çekan û cebilxane ku pir mezin bûn û hemleyên ku ji rawestgeha Mêrsîn a Tirkiyê tên, dîtin. Hêzên hikûmeta Yewnanistanê jî keştiyeke çekên dewleta Tirk ku ber bi Lîbyayê ve diçû, girt. her wiha hêzên Yewnanistanê nêzî 29 bermîlên ku madeyên çêkirina teqemeniyan di wan de bûn û ber bi Lîbyayê ve diçûn, girtin.

Dewleta Tirk ne tenê ji derve destek dida hikûmeta Wîfaq da ku pêşî li pêşveçûna Hefter ber bi Lîbyayê ve bigre lê belê dewleta Tirk bi awayekî yekser destwerdana Lîbyayê kir. lihevkirina El-Sixêran îmze kir, di 17`ê Kanûna 2015`an de hikûmeta Wîfaq gihand ku desthilatê bixe destê xwe de û hêzên biyanî derbasî welêt kir.

Gerîndeyê rêveber ê navenda El-Erebî ya lêkolînan li Qahîrayê Hanî Silêman got xeteriya destwerdana dewleta Tirk bi rêya hin aliyên ku têkiliya wan bi kokên dewleta Osmanî re hene tê kirin û dixwazin pêwendiyê bi projeya dewleta Tirk bi serkêşiya AKP`ê bikin û ev yek bi rêya dezgehên çapemenî ku wêneyê dewleta Tirk spî dike da ku serweriya xwe berfireh bike, tê kirin.

Hanî Silêman tekez kir ku ev alav hatin eşkerekirin û dewleta Tirk ne heman balkişandina siyasî ye, ji ber rewş diyare û wiha domand: "Lê xeterî ji hin tiştên din tê ku ew jî hewldana girêdanê ye û rewşek baş di navbera aliyên Tirkî û komên îsalma siyasî de ye û diyalogên olî derew ku armancên wê siyasî ne."

Hanî Silêman destnîşan kir ku koma Ixwan Muslimîn li gelek dewletan nayê hezkirin ji ber ew gefeke ewehî stratîjîk ji dewletên ereban re ye.

'DAGIRKIRINA DI BIN CILÊN SIVÎL DE'

Ji bo ku dewleta Tirk hebûna xwe di Lîbyayê de rewa bike, Enqere bi hikûmeta Wîfaq re lihevkirinek alîkariya ewlehî û leşkerî di dawiya Mijdara 2019`an de îmze kir. Ku li gorî lihevkirina di navbera her du aliyan de erkdakirinê ku ji aliyê parlementoya Tirkiyê di Çileyê 2020`an de hete erêkirin ku alîkariyê di hemû aliyên leşkerî û ewlehî de ji hikûmeta Wîfaq re were dayîn di navde avakirina baregehên leşkerî li ser xaka Lîbyayê.

Têkildarî mijarê lêkolînerê leşkerî yê Lîbî Mihemed Salih El-Terhûnî got lihevkirinên ku ji aliyê dewleta Tirk bi hikûmeta El-Wîfaq re hatine îmzekirin di aliyê pêkanînê detenê hibra li ser kaxezan bû.

Her wiha destnîşan kir ku lidarxistina lihevkirinan bi hejmarên felekî tu xebatên li ser erdê ji aliyê wê ve nehatine dîtin û dê neyê dîtin û tekez kir ku armanc ji van lihevkirinan rewakirina dagirkeran bi çi şêwazî be û armanca wê ya leşkerî di bin cilên sivîl de ye.

'ÇETEYÊN SÛRÎ LI LÎBYAYÊ'

Di encama lihevkirina di navbera her du aliyan de, dewleta Tirk di 25`ê Kanûna 2019`an de şandina rojane ji Stanbol ber bi Lîbyayê ve kir. Rojane ji du heta 4 caran şirketên girêdayî Afrîqiya, baskên Lîbyayê û Biraq ber bi Terablus û Misrata ve dihatin şandin û ev yek ji bo veguhestina çeteyên Sûrî ku li dijî artêşa Niştmanî ya Lîbyayê destekê didin hikûmeta El-Wîfaq.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di 17`ê Gulana 2020`an de ragihand ku hejmara çeteyên Sûrî ku dewleta Tirk ew ber bi Lîbyayê ve şandine gihaştiye 9 hezar çete ku li ser du beşane. Çeteyên Sûrî ku 10 gurûpên çeteyane û ji bo dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê şer dikin. Hinên din jî ku di nava komên El-Qayîde ya terorîst de ne û destnîşan kir ku di nava wan de 150 zarokên ku di baregehên dewleta Tirk de têne perwerdekirin ku Enqere ew ji bo şerê li Lîbyayê perwerde kiriye, hene.

'ARMANCA DEWLETA TIRK LI LÎBYAYÊ'

Serokkomarê dewleta Tirk Receb Tayyîb Erdogan bi rêya destwerdana ji Lîbyayê re hewl dide osmaniya nû vejîne û serweriya xwe li herêma Rojhilata Navîn û bakurê Afrîqyayê ferz bike. Armancên wî ji vê yekê evin:

-Dewleta Tirk dixwaze bibe yê ku herî zêde bandorê li derxistina biryara siyasî li Lîbyayê bike û hewl dide ruxsetên kolandinê li herêmên deriyayî ku di nava lihevkirina bi Lîbyayê re ne, derxîne.

-Xeteriya veguhestina çeteyên Sûrî ber bi Lîbyayê ve di avakirina herêmeke kûmbûna wan li ser xaka Lîbyayê de ye. Di vê rewşê de ev çavkanî dê gefan li dewletên bakurê Afrîqiyayê û di serî de Misir, bike. Ji ber rêxistinên navneteweyî ji derfeta tevlîbûna ciwanên nû ji nasnameyên Erebî û Afrîqî ji dewletên derdor ku beşên wan ên civakê di nava xizaniyê de dijîn tev li van komên çete bibin, hişyarî dan.

-Dewleta Tirk dixwaze parastina projeya Ixwanî li bakurê Afrîqiyayê bike. Heger di vê yekê de bi ser ket dê Lîbya bibe navenda Ixwan Muslimîn li herêmê û nuqteya jinûve destpêkirinê piştî binketina wê di aliyê siyasî de.

-Herêma rojhilatî deriyaya Spî ji tevahî dewletên herêmê re çavnebariyeke mezin bû. Ji ber gaza wê ya xwezayî zêdetirî 100 tirlyon m3 û Enqere dixwaze ku para wê di wan zengîniyan de zêde be.

Têkildarî mijarê damezrînerê komeleya Tûnis El-Hura û endamê Koalisyona Navneteweyî yê erka parastinê Hazim El-Qesûrî got, armanca dewleta Tirk ji berfirehbûna wê li Lîbyayê ku aboriya xwe rizgar bike da ku pereyên biyanî di bankên xwe de bibîne û hevkariya di aliyê enerjiyê de geş bike. Ev yek lihevkirina ku dewleta Tirk bi hikûmeta El-Wîfaq re îmze kiriye, dinirxîne.

Hazim El-Qesûrî destnîşan kir ku dewleta Tirk dest bi lêkolîna petrol û gazê li herêma rojhilatî deriyaya Spî kir. YE`yê jî ev yek weke xebatekî derqanûnî diyar kir. Ji wê kêliyê de herêm hate geşkirin û bû herêmeke şerê siyasî navneteweyî û di vî şerî de pêwîstiya hikûmeta Tirkiyê bi hevalbendan heye û hikûmeta El-Wîfaq li Terablusê di nava aliyên ku dilsoziya xwe bi Enqereyê re diyar kirine de ye.

'DESTWERDANEKE QIRÊJ DI LAŞÊ LÎBYAYÊ DE GEFAN LI YEKITIYA WÊ DIXWE'

Hazim El-Qesûrî diyar kir ku pispor ji nêrîna ku armancên îdyolojî li pey hebûna dewleta Tirk li Lîbyayê hene, dest pê dikin. Ji ber dewleta Tirk di şerê navxweyî yê Lîbî de destek da komên Ixwan Muslimîn. Li gorî El-Qesûrî ku ji ber vê yekê komên çekdar ên terorîst ku gefan li aramiya Lîbyayê û yekitiya wê dixin, xurt dibin.

Her wiha lêkolînerê leşkerî yê Lîbî Mihemed Salih El-Terhûnî wiha axivî: "Destwerdana dewleta Tirk destwerdaneke qirêj di laşê Lîbyayê de ye û armanca wê ne tenê Lîbyaye. Çavnebariya dewleta Tirk Lîbyayê derbas dike û dighêje heta Misrê. Ji ber dewleta Tirk ê ku fermî koma îslama siyasî ku Ixwan Muslimîn nûnertiya wê dike, xwedî dike.

Di dawiyê de Mihemed El-Terhûnî tekez kir ku dewleta Tirk ya ku îro bi awayekî sereke û bingehîn bi dewletên li herêmê û benka Lîbya ya navendî girtî ye û heta gihaştiye nivîsgehên xwediyên biryaran di hikûmeta El-Wîfaq a ne rewa de ku mirî jidayikbû û hemû endamên wê girêdayî dewleta Tirk in.

(bx)

ANHA


Mijarên Din