Dewletên erebî şandina terorîstan ji Lîbyayê re şermezar kirin

Piştî ku teqez bû aliyên û di serî de Tirkiyê çekan û terorîstan rê dikin Lîbyayê, hin dewletên erebî domandina şandina çekan û terorîstên biyanî ber bi Lîbyayê ve şermezar kirin.

Wezîrên Karê Derve yê Tûnis, Cezayîr û Misr li Tunisê ji bo lêgerîna li pêşdeçûnên di rewşa Lîbyayê de civiyan. Di vê der barê her sê dewletan şandina çekan ji Lîbyayê re, bi rêya herêmên cîran şermezar kirin û dane zanîn ku ev yek ne li gorî biryarên Meclisa Ewlehiyê ye û di encamê de azarên gelê Lîbyayê kûrtir dike.

Wezîran fikara xwe di domandina şandina terorîstên biyanî, ber bi Lîbyayê ve anîn ziman.

Tê zanîn ku Tirkiyê gelek çek û teqemenî ji Lîbyayê re şandine.

Wezîrê Karê Derve yê Lîbyayê Ebdulhadî El-Hiwêc destwedana biyanî şermezar kir û wiha got:"Destwerdana navdewletî di karûbarên hundirîn ê Lîbyayê de, di navbera piştgiriya leşkerî ji aliyê Qeter, Tirkiyê û Îtaliyayê ji komên çekdar ên li Lîbyayê re ye de, di heman demê de rewşeke ne ewlehî li welatê me derdixîne holê.”

Wezîrê karê derve yê Lîbyayê wiha axaftina xwe domand:"Her sê welat Tirkiyê, Qeter û Îtalyayê, ji ber jêdera sereke ji şandina terorîstan re ne, nikarin bibin beşek ji çareyê."

(eh/kc)


Mijarên Din