Dewletên Kendavê belavbûna hêzên DYA’yê li Kendavê erê kir

Çavkaniyên dîplomatîk ên dewletên Kendavê eşkere kir ku Erebistana Siûdî û gelek dewletên Meclisa Hevkariyê îro daxwaza DYA`yê ji bo ku hêzên xwe yên leşkerî li ser berava Kendava Erebî û xakên dewletên Kendavê belav bike, erê kir.

Çavkaniyên ji Kendavê ji rojnameya Şerq El-Ewset re diyar kir ku erêkirin li ser bingeha hevpeymanên her du aliyan di navbera DYA`yê de li aliyekî û dewletên Kendavê li aliyekî din pêk hat. Armanca hevpeymana dewletên Kendavê û DYA’yê ew e ku bersiva êrîşên Îranê yên muhtemel bide.

Heman çavkaniyan tekez kir ku armanca yekemîn a belavkirina hêzên DYA’yê li dewletên Kendavê ew e ku bi xebateke hevbeş di navbera Washington û paytextên Kendavê de da ku hewldanên êrîşên Îranê li ser berjewendiyên DYA`ê û êrîşkirina dewletên Kendavê têk bibin.

(jo)


Mijarên Din