Dewletên Kendavê destwerdanên Îranê red kirin

Her du lûtkeyên dewletên Kendavê û erebî yên awarte ku li Mekeyê şeva pêncşemê li dar ketin, destwerdanên Îranê yên li herêmê red kirin.

Qralê Erebistana Siûdî Selman Bîn Abdulezîz, duh bidawîkirina komxebatên Lûtkeya Erebî ya awerte ku li Mekeyê şeva pêncşemê li dar ket, ragihand.

Daxuyaniya dawîn a ku ji Lûtkeya Erebî der ketiye, mîsogeriya piştevanî û hevgirtina dewletên erebî li hember destwerdanên Îranê kir. Her wiha bal kişand ser ku divê dewletên erebî biryarên Lûtkeya Erebî yên berê yên der barê doza Filistînê de pêk bînin.

Li rexê jî destwerdana Îranê ya krîza Sûriyê û bandora wê li ser yekitiya Sûriyê şermezar kirin. Her wiha dewletên erebî der barê dagirkirina Îranê ya her sê giravên Îmaratê, destwerdanên wê li kar û barên Behreynê, piştevaniya komên terorîst û li aliyekî dîtir jî dewletên erebî bi avêtina roketên balistîk ên Îranê ji Yemenê ber bi Erebistana Siûdiyê ve, hate tawanbarkirin.

Iraqê li ser daxuyaniya dawîn a Lûtkeya Erebî ku rêbaza Îranê û dijminatiyên wê li herêmê tawanbar kiriye, nerazîbûn raber kir.

Di heman demê de tevahî rayedarên dewletên erebî di axaftinên xwe yên di lûtkeya awarte de, îşaret pê kir ku ewlehiya dewletên Kendavê nûnertiya hîma bingehîn a aramiya herêmê ye.

Di çarçoveyeke din de jî, duh li Qesra El-Sefa ya li Mekeyê komxebatên rayedarên dewletên Meclisa Hevkar bi serokatiya qral Selman Bin Abdulezîz dest pê kir û gelek doz hatin nîqaşkirin, jê gefên Îranê û destwerdanên wê li dewletên herêmê.

Daxuyaniya dawîn a Lûtkeya Kendavê tekeziya alîgiriya stratejîk a DYA’yê der barê Îranê de kir. Her wiha bal kişand ser peymana parastina hevbeş di navbera dewletên Meclisa Hevkar de û diyar kir ku tu dijminatî li ser yek ji van bê kirin, dijminatiya hemûyan tê kirin.

Lûtkeya Kendavê, daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bergiriyên tund li dijî rejîma Îranê pêk bînin û Îranê ji gihandina derfetên nukleerê qedexe bikin.

Selman Bin Abdulezîz, di 19’ê Gulanê de rayedarên Meclisa Hevkar ên dewletên Kendavê û erebî da ku lûtkeyên Kendavê û erebî yên awarte roja pêncşemê li dar bixe, vexwendin. Da ku diyalog û hevkariya bi dewletên dost re yên ku ewlehiya herêmê û aramiya wê geş dikin ji aliyê êrîşên dawî yên li ser Erebistna Siûdî û Îmaratê ve bike.

(fr)


Mijarên Din