`Dewletên komploger negihştin armancên xwe`

Endamê rêveber ê TEV-DEM`ê yê bajarê Helebê got, dewletên komploger di serî de Tirkiyê negihiştin armancên xwe û teqez kir ku berxwedan wan heya şikandina tecrîdê wê berdewam be.

HELEB

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ku Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo şîrovekirina komploya navnewletî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan orgenîze dike de, îro civînek li hola civînan a beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist. Bi dehan şêniyên taxê, di nav de endamên saziyên sivîl beşdarî civînê bûn. 

Di civîna ku bi deqeya rêzgirtin destpê kir, endamê TEV-DEM`ê Sebrî Efrîn li ser dîroka dewleta Tirk a tijî komplo û binpêkirin axivî û komploya kirît der heqê têkoşer Heqî Kerar bi bîr xist.

Sebrî di nav gotinên xwe de çalakiyên ciwanên a bi dirûşmeya `Kes nikare roja me tarî bike‘ku piştî komployê agir bi bedena xwe xistine bi bîr xist û got: "Gel li ber zihniyeta desthiladar serî xwar nekir, dikarî bi rêya çalakiyên greva birçîbûnê bisekine. Çalakî heya rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam in û parlamenter Leyla Guven bû sembola wan çalakiyan."

Sebrî Efrîn destnîşan kir ku dewletên komploger nikarîn bighjin armancên xwe yên tunekirina gelên azadîxwaz û wiha domand: "Dewletên ku Ocalan dîl girtine, nikarin fikrên wê tune bikin, ji ber ku ramanê Ocalan di nav gel de hatine rûniştandin. Ji aliyê xwe ve em ê asta berxwedanê heya têkbirina armancên wan dewletan û rakirina tecrîdê bilind bikin."

Sebrî di berdewamam gotinên xwe de bêdengiya navdewletî li hember binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û wiha pê de çû: "Dîroka dagirkeriya Tirk di vir de tenê sînordar nema, lê belê li pêşberî cîhanê gelek komkujî der heqê gelê Kurd de pêk anî. Lê cîhan di xewa xwe de berdewam e û li hember wan komkujiyan nelivî."

Di civînê de, senevizyonek girêdayî komploya navnewletî hate pêşandan.

Di dawiya civînê de beşdaran dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe" berz kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din