‘Dewletên ku destên wan di şer de hene aramiya Sûriyê naxwazin‘

Siyasetmedaran bal kişandin ku civînên li derveyê Sûriyê tên lidarxistin têk diçin û gotin: " Dewletên herêmî û biyanî çareserkirina aloziya Sûriyê û pêkanîna aramiya wê li gorî berjenwediyên xwe nabînin." Siyasetmendaran her wiha diyar kirin ku diyalogên navxweyî rêya xilasiya Sûriyê ji krîzê ye.

QAMIŞLO-LÎNA CANGÎR

Di demekê de ku aloziya Sûriyê kur dibe û civînên ku bi mebsta çareserkirina aloziyê têne lidarxistin têk diçin û di heman demê de aliyên ji bo çareserkirina siyasî rasteqîn dixebitin ji civînan têne paşguhkirin, girîngiya pêkanîna diyalogên navxweyî wekî tekane rêya xelasiya Sûriyê ji krîzê derdikevin pêş.

Girêdayî mijarê ajansa me ANHA‘yê hevdîtin bi endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Idrîs Çaçan û endamê rêveber ê Buroya Girkê Legê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd (Yekîtî) Dixtor Yaqûb re çêkir.

‘Li gel paşguhkirina çareserkirinê, girîngiya diyalogan derdikeve‘            

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Idrîs Çaçan di destpêka axaftina xwe de spasiya MSD`ê kir ji ber însyatîfa wê ya lidarxistina komxebatên diyakoga Sûrî-Sûrî û got: "Komxebatên ku MSD‘ê bi rêve dibir bi taybet di vê pêvajoyê de gavek gelekî girîng e, namze ku kongreyên li derveyê Sûriyê têne lidarxistin ti encamî nayîne. Dewletên bi rewşa Sûriyê eleqedar dibin çareserkirina aloziyê paşde dixin."

Çaçan wiha domand:" "Hêviya me ji van diyalogan heye ku çareseriyê pêk bîne. Em diyar dikin ku em bi teqez amade ne beşdarî diyalogên cidî bibin ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyê tê de cih bigirin û xizmeta gelê Sûriyê bike, bi taybet piştî xirabî û wêran ku di salên şer de li herêmê rû dide."

‘Aramiya Sûriyê ne ji berjewendiyên dewletên ku destên wan di şerê Sûriyê de hene ye‘

Çaçan destnîşan kir ku civînên navdewletî mîna Astanayê alozî çareser nekirin û şerê demdirêj ranewestandin û got: " Ji ber ku dewletên herêmî û biyanî çareserkirina aloziya Sûriyê û pêkanîna aramiya wê ne li gorî berjenwediyên xwe dibînin."

Ji aliyê xwe ve endamê rêveber ê Buroya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd (Yekîtî) ya Girkê Legê Dixtor Yaqûb dibîne ku çareseriya siyasî rêya tekane ya avakirina Sûriyeyek pirrengî ye ku rola tevahiya çîn û pêkhateyên Sûriyê di çareserkirina aloziyê de heye.

Yaqûb behsa diyaloga Sûrî-Sûrî ya ku bi sponseriya MSD`ê li bajarê Kobanê di dawiya meha Adarê de  hatibû lidarxistin kir û got: "Kesên an jî aliyên ku tev li komxebatê bibûn ji Kurd, Ereb û Suryan bi baweriya ku çareserî tenê bi rêya gelê Sûriyê pêkane, tev li diyalogê bûn. Da ku bighêjin formek dawî ji bo dansûtandinê heta bi rêjîma Sûriyê re."

Yaqûb diyar kir ku komxebata Sûrî-Sûrî pêwîstiya çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî biryara navneteweyî bi hejamara 2245 tekez kir û wiha dom da axaftina xwe: "Yek ji pêşniyarên komxebatê, avakirina Sûriyeyek pirrengî, ne navendî û hevgirtî ye, tevî nîqaşkirina rewşa herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Lîwa Skenderon û heta Colan di nîqaşan de cih girt.

‘Opozîsyona hundirîn nûnertiya gelê Sûriyê dike‘

Yaqûb di nav gotinên xwe de destnîşan  kir ku ew wek Partiya Yekîtî mil bi mil bi tevahiya partiyan re ye di her civînekê de ku li ser xaka Sûriyê li dar dikevin. Her wiha bi her nêrînekê re ye ku gelê Sûriyê ji aloziyê xilas dike û piştgiriya hewldanên diyaloga Sûrî-Sûrî dikin.

Yaqûb di dawiyê de wiha got: "Em ê piştgiriya opozîsyona hundirîn bikin, ji ber ku bidawîkirina aloziya Sûriyê armanc dike, hemû kesên ku tev li bûne nûnerên gelê Sûriyê ne û beşek ji gelê xwe ye yê ku di dirêjahiya şer de êş kişandine."

(şx)

ANHA


Mijarên Din