Dewletên misogerker ji ber têkçûna xwe hewl didin hegemoniya xwe bidin rûniştandin

Rayedarên MSD`ê teqez kirin ku di serdana xwe ya Fransayê de, Macron soza parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji her gefekê daye. Ji aliyekî din ve gera Astanayê di encama nakokiyan navbera dewletên misogerker de têk çû. Sedema têkçûnê komîteya destûrî bû. Ji aliyekî din li Sûdan û Cezayirê di encama guhertinên siyasî de alozî gurtir dibin. Di encama windakirina partiya Erdogan de, Davutolgu li dijî Erdogan derket.

Rojnameyên Erebî vê hefteyê qala gelek mijaran kirin. Hinek ji mijarên ku derketina pêş, têkçûna gera Astana, rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bûyerên Sûdan û Cezayirê, tev windakirina partiya Erdogan hilbijartinên herêmî û gelek mijarên girîng li ser qada Erebî rû didin, bûn.

Şerq El-Ewset: Fermandarên Kurd; Macron soza parastinê da me

Seroka Desteya Rêveberiya ya MSD`ê Îlham Ehmed teqez kir ku serokê Fransa Emmanuel Macron soz daye şandeyê, ku dê desteka leşkerî dewam bike û parastina herêmê ji gefan bike.

Macron li Parîsê di 20`ê Nîsanê de, şandeyeke MSD`ê  ku di nav de Îlham Ehmed, Şêwerimendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, Serokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebd Hamid El-Mehbaş, Nûnerê PYD`ê li Fransa Xalid Îsa, Fermandara YPJ`ê Nesrîn Ebdullah û Berdevkê QSD`ê Kîno Gabrîyêl heyî, pêwaz kir.

El-Ereb: Rûsyayê bendera Tartûsê bi kirê kir û berava Sûriyê xiste bin desthilatdariya xwe

Rojnameya El-Ereb wiha got: "Bi kirêkirina bendera Tartûsê, Rûsya bi qasî 50 salan dê berava Sûriyê bixe bin desthilatdariya xwe.

Rûsya beriya ku tu lihevhatinên herêmî û navdewletî li Sûriyê çêbin, hewl dide hebûna xwe ya leşkerî û aborî bi hêz bike. Li gorî çavdêran, ev mijar bûye mîna şerekî veşartî di navbera Rûsya û Îranê de. Moskov dixwaze ji Îranê re bêje ku biryara Sûriyê di destê wê de ye.”

Şeriq El-Ewset: Amerîka dê hezar leşkeran li Rojhilatê Sûriyê bihêle

Rojnameyê wiha nivîsî:"Derdorên nêzî Wezareta Parastina ya Amerîkayê diyar kirin ku Washinton dê hejmara leşkerên xwe yên li baregeha Tenefê ya bakurê Sûriyê bike 1000 leşker.”

El-Ereb: Ji bo sivikkirina bandora têkçûna gera Astanayê hebên Rûsî yên hişbir

Girêdayî civîna Astanayê rojnameya El-Ereb got: "Şandeyê taybet ê Sûriyê Alexander Lavrentiev roja Înê got dibe ku hikumeta Sûriyê, komên opozîsyonê û hêzên destekarên her du aliyan li ser avakirina destûra Sûrî di mehên pêşiya me de lihev bikin."

Rojnameyê wiha domand: "Her du alî heta niha ji bo avakirina destûra Sûrî lihev nekirine û tiştek ber bi çav ji danûstanên di gera Astayanê ya nû de derneket. Tevî wê jî Alexander Lavrentiev got hema bêje wê pêk bînin."

El-Şerq El-Ewsat: “Gelê Cezayirê xwepêşedanên xwe didomînin û serokê artêşê di berbijerka destûrî de bi israr e.”

Rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsand: “Partiya Cebhet Tehrîr El-Wetenî rûpela xwediyê piraniyê li Cezayirê Mûaz Bû Şarib tewand. Serokerkanê artêşê Fayid Salih êrîşî tevgera opozîsyona sembolên rejîmê ji nû ve vekir, kir. Ji xwestekên xwe di îstîfakirina serokê demkî Abdulqadir Bin Salih û serokwezîr Nûredîn Bedewî û sekinandina serokatiya 4’ê Tîrmehê daneket.”

El-Beyan: Artêşa Lîbyayê: Şerê Terablusê dawî ye

Derbarê geşedanên li Lîbyayê rojnameya El-Bayan nivîsî: "Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî diyar kir ku şerê Terablusê li dijî terorîstan dê şerekî girîng be. Her wiha destnîşan kir ku hêzên leşkerî amade ne da ku li paytextê eniyeke şer vekin. Di vê navberê de li gorî hin raporên Brîtanyayê, milîsên çekdar welatiyên biyanî ku li ba wan girtî ne, bi darê zorê dixin nava şer."

El-Heyat: Cîgirê serokê Yemenê berdewama operasyonên leşkerî heya rizgarkirinê teqez kir

Girêdayî karûbarên Yemenê, rojnameya El-Heyat got: "Cîgirê serokê Yemenê Ferîq Rukin Elî Mihsin Salih israra fermendariya siyasî ya welêt di berdewamkirina operasyonên leşkerî heya rizgarkirinê û qewirandina milîsên Hûsyan û xilaskirina azarên gelê Yemenê teqez kir."

El-Şerq El-Ewsat: Xumeynî fermendarê Muhafizan diguhere

Têkildarî  rewşa Îranê jî rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Piştî 2 hefteyan ji xistina hêzên Muhafizên Şoreşê di lîsteya terorê de, Elî Xumeynî biryarnameyek derbarê îstifakirina fermandarê Muhafizên Şoreşê Mihemed Elî Ceferî de derxist û li şûna wî cîgirê wî Hisên Selamî erkdar kir."

El-Ereb: Washington ji bo li pêşiya derxistina petrola Îranê amade ye hevalbenda xwe ya herî nêz ceza bike.

Rojnameya El-Ereb derbarê rewşa Îranê de wiha got: "Bi îlankirina Washingtonê ku her 8 dewlet nikarin dan û standinê di aliyê bazirganiyê de bi Îranê re bikin, cezayên ku ji aliyê DYA`yê ve li ser Îranê hatine fezkirin, derbasî qonaxeke nû dibe. Dibe ku bandorê li jiyana aborî bike."

El-Şerq El-Ewsat: Komkujiyên El-Fisih li Srî Lankayê cîhanê matmayî dihêlin

Li aliyekî din jî rojnameya Şerq El-Ewset behsa Srî Lankayê kir û got: "Ji ber rêzekomkujiyên li dêr û otêlên Srî Lankayê di Cejna Paskalyayê  ya Xirstiyanan de, herî kêm 207 kes hatin kuştin û zêdetirî 450 birîndar bûn.”

El-Ereb: Ji ber hilbijratinan Davutoglu li dijî Erdogan derdikeve

Rojnameya El-Ereb nivîsî: "Piştî ku AKP’ê mezintirîn bajarên Tirkiyê winda kirin, bayê guhertinê li AKP’ê da. Tê payîn ku di hundirê partiyê de alozî mezin çêbin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din