Dewletên NATO’yê li ser zêdekirina lêçûnên leşkerî lihev kir

Sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg ragihand ku di civîna dawîn a lûtkeya NATO`yê de endamên wê li ser zêdekirina lêçûnên leşkerî li hev kirin. Tevî ku planek ji bo parastina dewletên Baltîq û diyaloga bi Rûsya û Çînê re danîne.

Sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg got Kanda û dewletên din ên derveyî Ewropayê di dawiya lûtkeya NATO`yê de li ser zêdekirina mizextkirinê heya 400 milyar dolar li hev kirine.

Jens Stoltenberg wiha domand: "Me li ser planek ji bo parastina Bolanda û dewletên Baltîq li hev kir. Her wiha pêwîstiya çavdêriya çekkirin û ewlehiya navdewletî."

Jens Stoltenberg destnîşan kir ku nakokî di navbera endamên NATO`yê berdewam in û wiha domand: "Nakokiyên di NATO`yê de ne nû ne. Hêza me di derbaskirina wan nakokiyan de ye."

Xuyaye NATO`yê bi Rûsya û Çînê re aram bûye Stoltenberg di vî warî de got: "NATO`yê hertim diyalog bi Rûsyayê re tercîh dike. Divê em xwe ji pêşbaziya çekkirinê pê re dûr bixin ji ber ku ew ê buha û xeter be."

Jens Stoltenberg wiha domand: "Me behsa Çînê jî kir. Em hewl didin Bikînê teşwîq bikin ku lihevkirinan bi me re mohr bike. Divê ew tev li lihevkirinên sînordarkirina belavbûna çekan were kirin."

DYA`yê zext li dewletên NATO`yê dikir jib o ku lêçûnên leşkerî zêde bike. Ji aliyekî din ve Tirkiyê li hember plana NATO`yê girêdayî mijara parastina dewletên Baltîq dijber disekine. Rûsya ev tişt wek xeteriyekê dibîne.

Serokên dewletên NATO`yê lûtkeya xwe li paytexta Brintanya Londonê di dirêjahiya du rojan li dar xist.

(şx)


Mijarên Din