Dewreya 8`emîn a Disîplîna Leşkerî hat vekirin

Li Akademiya Disîplîna Leşkerî ya Şehîd Siyamend, dewreya 8`emîn li navçeya Eyn Îsa bi navê Dewreya Şehîd Dilsoz Efrîn bi merasîmekê hate vekirin.

Bi dehan şervan ji herêma Firatê beşdarî dewreyê bûn. Dewre dê 2 mehan berdewam bike û tê de waneyên bîrdozî û leşkerî werin dayîn.

Merasîma vekirinê bi beşdariya fermandanên QSD’ê û Yekîneyên Disîplîna Leşkerî hate lidarxistin. Merasîmê bi silavkirina şehîdan dest pê kir, paşê sonda leşkerî hate xwarin.

Ji fermandarên Yekîneyên Disîplîna Leşkerî Egîd Kobanê di merasîmê de axivî û got: "Vekirina vê dewreyê di demeke girîng de anku rizgarkirina Baxozê ji terorîstan pêk hat. Lewma divê em vê derfetê qezenc bikin û kesayeta xwe bi pêş bixin.”

Egîd Kobanê di dewama axaftina xwe de hêvî kir ku şervan dewreyê bi awayekî serkeftî derbas bikin.

Di dawiya merasîmê de dîlanên gelêrî hatin gerandin.

Hêjayî gotinê ku şehîd Dilsoz Efrîn ji şêniyên bajarê Efrînê ye û di sala 2014`an di şerê Kobanê de şehîd bûbû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din