Dewreya duyemîn a Tîmên Ambulans û Awarte bidawî bû

Akademiya Şehîd Elî Milhim a hêzên Ewlekariya Hundrîn a li Tebqayê îro bi merasîmekê duyemîn dewreya perwerdeyê ya Tîmên Ambulans û Awarte ya bi navê şehîd Gîvara bidawî kir.

Akademiya Şehîd Elî Milhim a hêzên Ewlekariya Hundrîn a li Tebqayê îro bi merasîmekê duyemîn dewreya perwerdeyê ya Tîmên Ambulans û Awarte ya bi navê şehîd Gîvara bidawî kir. Dewreya perwerdeyê 45 rojan bi tevlîbûna 28 endaman dewam kir.

Fermanadarên Hêzên Ewlekariya Hundrîn, gelek çalakgerên sivîl beşdarî merasîma bidawîkirina dewreyê bûn. Di merasîmê de Hevserokê Desteya Hundrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Hico, Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Tebqa Hamid Ferec axivî û bidawîkirina dewreyê pîroz kir her wiha gotin akademî lehengan ava dike û hemû kesên kesên ku dewreyhên xwe di vê akademiyê de bidawî dikin erkên xwe ji bo xizmeta civakê pêk tînin.

Paşê Rêveberê Desteya Ambulans û Awarte ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Eyûb Sadûn erkên ku ji tîmên ambûlans û awarte tê xwestin, şîrove kir.

Eyûb Sadûn destnîşan kir ku divê kesên ku perwerde bidawî kirine alîkariya sivîl, leşker bê ferq û cûdatî di navbera tu kesî de, bikin.

Paşê kesên ku tev li derwreya perwerdeyê bibûn sond xwarin û bawername wergirtin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku ev dewreya duyemîn e ku li Akademiya Şehîd Elî Milhim  a hêzên Ewlekariya Hundrîn tê bidawîkirin.

(bx)

ANHA 


Mijarên Din