Dewreya Şehîd Çeko bi merasîmekê bi dawî bû

Foca şehîd Quseyî ya girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk dewreya xwe ya sêyemîn, ku ji şervanên şêniyên Reqayê pêk dihat û 25 rojan dewam kir, bi merasîmekê  bidawî kirin.

Bi armanca xurkirina parastinê ê, Foca Şehîd Quseyî dewreya xwe ya sêyemîn ku 25 rojan dewam kir bi merasîmekê bi dawî kir. Dewreya ku ji şervanên şêniyên Reqayê pêk dihat û navê şehîd Çeko hilgirt, waneyên leşerî û bîrdozî têde hatin dayîn.

Merasîma bi dawîkirina dewreyê bi beşdariya bi dehan ji şêniyên bajarokê Cedîdat, ku dikeve bejahiya rojhilatê Reqayê, endamên saziyên sivîl û fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk hate lidarxistin.

Mersîma bi dawîkirina dewreyê bi deqak rêzgirtin dest pêkir, paşê ji aliyê şervanên ku derçûne toreneke leşkerî hat pêşkêşkirin. Piştî torena leşkerî yek ji fermandarên QSD`ê Kendal Reqa axivî û derçûna dewreyê li şêniyên Reqayê pîroz pîroz kir û wiha pê de çû:"Kesên ku dê parastina xaka xwe ji dijminên derve bikin, divê em di her dem û li her cihî yek dest bin".

Kendal Reqa wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em wek Hêzên Sûriya Demokratîk, şopdarên rêya şehîdan in".

Di dawiya merasîma derçûnê de, şervanên ku derçûne soza parastina xak û welatê xwe, li dijî dijminên ku xeteriyê ser xaka Sûriyê çêdikin dan.

Hêjayî gotinê ku şehîd Çeko di dema beşdarî Pêngava Rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê bû, şehîd bûbû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din