Dewreyek din a Hêzên Taybet bi dawî bû

Akademiya Navendî ya Şehîd Rojhat a perwerdekirina Hêzên Taybet ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê  Sûriyê (HAT) bi merasîmekê dewreyeke perwerdeyê bi dawî kir.

Dewreya perwerdeyê 6 meh beriya niha bi navê şehîd Rojhat hatibû destpêkirin. Di dewreyê de waneyên leşkerî û ramanî hatin dayîn. Îro bi armanca qedandina dewreyê merasîmeke pêk hat. Endam û fermandarên Hêzên Taybet ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (HAT) di merasîmê de amade bûn.

Piştî torane leşkerî ji Fermandarên Hêzên Taybet Baran Çavreş û Tolhildan Qamişlo axivîn û rola Hêzên Taybet a di şerê tinekirina DAIŞ û şaneyên vê yên veşartî de destnîşan kirin.

 

 


Mijarên Din