Dewriya 32`yan li navҫeya Dirbêsiyê pêk hat

Polîsa leşkerî ya Rûsyayê bi dewleta Tirk a dagirker re îro dewriya 32 ́yan a hevbeş li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê li gundewarê Dirbêsiyê meşand.

Salek li ser lihevkirinên Soçiyê yên di navbera serokkomarê dewleta Tirk û Rûsyayê de derbas bûne. Ji wê demê ve Rûsya û dewleta Tirk, dewriyên hevbeş li ser sînorên Sûriye-Tirkiyê pêk tînin.

Dewriya 32 ́an îro ji gundên rojavayê navҫeya Dirbêsiyê ji gundê Şêrik dest pê kir û ber bi Qermanî, Xenamiyê, Karbetlî, Cedîde û Xanikê ve ҫûn. Piştre vegerin nuqteya destpêkê li gundê Şêrik.

Dewriye ji 4 wesayîtên leşkerî  yên her du aliyan, du lêlîkopeterên Rûsyayê ji bo çavdêriya dewriyê pêk hat.

ANHA


Mijarên Din