Dewriya artêşa Amerîka li cihên petrolê yên li gundewarên Tirbespiyê geriya

Dewriya Amerîka bi hevkariya QSD`ê re li cihên petrolê yên li gundewarên Tirbespiyê geriya.

Dewriya Amerîka ku ji 5 erebeyên leşkerî pêk tê ji herêma Rimêlanê ya ji aliyê rojhilat ve derket, gihişt navçeya Tirbespiyê û berê xwe nuqteya petrolê ya li rojhilatê navçeya Tirbespiyê. Paşê berê xwe da stasyona Şelhomiyê û Seîdê ya li bakur rojavayê navçeyê ku di dîroka 10`ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker bombebaran û xirab kiriye û di encamê de ji xizmetê derket.

Piştî ger bi dawî bû,  dewreya Amerîkayê berê xwe da herêma Rimêlanê.

(jo)

ANHA


Mijarên Din