Dewriya Rûsya ji bajarê Qamişlo ber bi Dirbêsiyê ve çû

Beriya niha bi çend kêliyan dewriyeyeke Rûsî bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji balafirgeha Qamişlo ber bi navçeya Dirbêsiyê ve çû. Li gor agahiyên ku ajansa me ANHA’yê bi dest xistine, tê texmînkirin ku dê li dergeha sînor a Dirbêsiyê bi leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker re kom bibin.

Di 22`ê Cotmehê de di navbera serokê Rûsyayê Viladimir Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan de civîneke berfireh li Sochi hat lidarxistin. Di civînê de li ser gelek xalên girêdayî Sûriyê li hev kirin. Xala sereke ya civînê jî dema agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe 150 saet. Tevî ku dewleta Tirk lihevkirina yekem a di navabera Erdogan û berpirsên Amerîkayê de pêk neanî.

Li gorî encamên civînê divê dewriyeyên Tirkî – Rûsî yên hevbeş li hinek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketibana. Lê ev dewriyeyê tevî ku Rûsiya gelek caran derket deriyên sînor ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heta niha pêk nehatin.

Li gorî civîna di navbera Rûsya û Tirkiyê de ku duh li Enqerayê pêk hatiye, li ser derketina dewriyeyên hevbeş ên di roja înê de li hev kirin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanên me ji bajarê Qamişlo ragihand ku dewriyeyeke hevbeş bi hevkariya hêzên Ewlekariya Hundirîn ji balafirgeha Qamişlo derket û ber bi navçeya Dirbêsiyê ve çû. Li gorî agahiyan ku bi dest ketine, tê payîn dê dewriye bi leşkerên artêşa Tirk a dagirker re li deriyê sînor, bicivin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din