Dewriyeya 27`an a Rûsya-Tirkiyê li Dirbêsiyê û Zirganê bi rê ve çû

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û leşkerên artêşa Tirk a dagirker dewriyaya 27`an li gundewarên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê bi rê ve bir.

Piştî 9`ê Cotmeha 2019`an artêşa Tirk û çeteyên wê bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, polîsên leşkerî  yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirk dewriyeyên hevbeş bi rê ve dibin. Tevî hevpeymanên di navbera Rûsya û Amerîkayê de lê hîn jî artêşa Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Dewriyeya hevbeş di çarçoveya hevpeymana Soçiyê de pêk tê û îro jî li Dirbêsiyê û Zirganê gera xwe dewam kirin.

Dewriya ji gundê Şêrikê yê rojvayê Dirbêsiyê dest pê kir û ber bi gundê Kesra yê navçeya Zirganê ve çû, paşê vegeriya nuqteya destpêkê.

Dewriye ji 4 panzêrên her du aliyan û du helîkopterên Rûsyayê pêk dihat.

(eh) 

ANHA


Mijarên Din