Dewriyeya hevbeş a dewleta Tirk û Rûsyayê li gundên Kobanê pêk hat

Dewriyeyeke hevbeş a polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên rojhilatê kantona Kobanê pêk hat.

Dewriye li deriyekî sînor ê nêzî gundê Xerîb bi beşdariya 4 panzêrên her du aliyan û 2 helîkopteran dest pê kir.

Tê payîn dewriye li gundên Xerîb, Eyn Bat, Qeremûx, Xirbîsan, Bexdîk, Xan, El-Dunyay û Serzorî bigere û di heman rêyê re vegere.

(oh)

ANHA


Mijarên Din