Dewriyeya hevbeş a Rûsya û artêşa Tirk a dagirker dest pê kir

Dewriyeke polîsên leşkerî yên Rûsya û artêşa Tirk a dagirker derketin rojavayê bajarê Dirbêsiyê.

Nûçegihanê me ragihand ku artêşa Tirk a dagirker du parçe ji dîwarê li ser sînor li bermaberî gundê Şîrkî yê rojavayê navçeya Dirbêsiyê 11 km rakir. 4 erebeyên polîsên leşkerî yên Rûsî berê xwe dan wê derê û bi artêşa Tirk a dagirker re ku 4 erebeyan leşkerî anîbûn, civiyan.

Piştî hevdîtina di navbera polîsên leşkerî yên Rûsya û artêşa Tirk a dagirker de erebeyên leşkerî yên Tirkî bi hevkariya polîsên leşkerî yên Rûsî derbasî xaka Sûriyê bûn da ku dest bi dewriyeya hevbeş bikin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din