Dewriyeya Rûsya-Tirkiyê li gundên Dirbêsiyê geriya

​​​​​​​Dewriyeya hevbeş a polîsên leşkerî yên Rûsyayê û artêşa Tirk a dagirker li gundewarên navçeya Dirbêsiyê û Zirganê derket.

Îro dewriyeya hevbeş a Rûsya û artêşa Tirk a dagirker li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat. Dewriye ji gundê Şirik ê rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest pê kir û ber bi gundê Kesra yê navçeya Zirganê ve çû.

Her wiha piştî ku du caran artêşa Tirk a dagirker ji ber nakokiyên li Idlibê red kir ku beşdarî dewriyeyê bibe, du helîkopterên Rûsyayê jî beşdarî dewriyeyê bûn.

Dewriye li gundên Îbrahîmiyê, Hilêwa, Feqîra û Eradî geriya, paşê ber bi nuqteya destpêkê li gundê Şirik ê rojavayê navçeya Dirbêsiyê ve çû. Hêzên artêşa Tirk a dagirker derbasî xaka Tirkiyê bûn û dewriyeya Rûsyayê jî ber bi bajarê Qamişlo ve çû.

(bx)

ANHA


Mijarên Din