Ji gundê Xerîb ê 15 km li rojhilatê bajarê Kobanê dikeve, 4 panzêrên artêşa Tirk derbasî erdên Sûriyê bûn da ku bi 4 erebeyên Rûsyayê re ku li vî aliyê sînor bûn, dest bi gera dewriyeya hevbeş li ser sînorê Sûriye-Tirkiye li rojhilatê Kobanê bikin.
Dewiye tevî 2 helîkopterên Rûsyayê ber bi gundê Eyn Bet ve ku 4 km dûrî sînor e, bi rê ket.
ANHA