Dewriyeyeke Rûsî ber bi Dirbêsiyê ve çû

Dewriyeyeke Rûsî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ji bajarê Qamişlo ber bi navçeya Dirbêsiyê ve çû. Tê gotin li navçeya Dirbêsiyê bi dewriyeke Tirkî re bicive da ku dewriyeyeke hevbeş li ser sînor pêk bînin.

Nûçegihanê me ragihand ku îro di saetên sibê de dewriyeyeke Rûsî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bajarê Qamişlo ber bi navçeya Dirbêsiyê ve çû.

Nûçegihanê me diyar kir ku tê gotin dewriyeya Rûsî û dewriyeke Tirkî li ser sînor lihev bicivin da ku bi hevre li ser sînor bigerin. Ev yek li gorî lihevkirina ku duh li ser sînorê Dirbêsiyê pêk hat. Heta niha cihê ku dewriyeya hevbeş dê biçê yê ne diyar e.

Tê zanîn ku duh yek ji serpolîsên Rûsî bi serbazekî ji artêşa Tirk re li deriyê sînor ê navçeya Dirbêsiyê civiyan û ji bo îro dewriyeyeke hevbeş bikin, lihev kirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din