Dewriyeyên hevbeş ên helîkopteran li ser sînorê Serêkaniyê geriyan

Hêzên Amerîka û Tirkiyê di çarçoveya lihevkirina mekanîzmeya ewlehiya sînor de deriyeyeke hevbeş ê helîkopteran li ser sînorê herêma Serêkaniyê yê bi Tirkiyê re gerandin.

Nûçegihanê ne ragihandin ku 4 helîkopter (2 yên hêzên Amerîka û 2 yên Tirkiyê) di çarçoveya pêkanîna mekanîzmeya ewlehiya sînor de li xeta sînor a herêmên Serêkaniyê ya kantona Hesekê geriyan.

 Ev yek bi armanca şopandina bargeh û tunelên ku Hêzên Ewlehiya Sînor ê Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê û hêzên Amerîkayê cara duyemîn rûxandine, di heman demê de ji bo şopadina vekişandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk, YPG û YPJ‘ê ya ji çekên giran pêk hat.

ANHA


Mijarên Din