Di 10 rojan de 200 top li Eyn Îsayê barandine

Navçeya Eyn Îsa bi domdarî dibe hedefa êrişên dewleta Tirk a dagirker. Ajansa me ketina nêzî 200 topan li gundên cuda yên navçeyê belge kir.

Dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ji beriya 10 rojan ve bi çekên giran êrişan li dijî gundên navçeya Eyn Îsayê yên nêzî eniyên şer pêk tînin.

Ajansa me ji 26`ê Mijdarê de heta îro ketina 200 topên ku ji baregehên dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî hatine avêtin, li herêmê belge kir.

Tenê gundê Seyda bi 53 topan hat topbarankirin, 25 top jî li gundên Cidêda û Mielek ketin. Gundê Xalidiyê jî bi 28 topan, gundê Dibis bi 40 top û moşekan, gundê Hoşan bi 26 topan, gundê Ebû Neytûnê bi 10 topan hatin hedefgirtin. Gundên navborî li ser rêya M4 in.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêncşema borî mizgefta gundê Tirwaziyê bi 13 topan kiribû hedef û rûxandibû.

Di encama êrişan de zirarên canî çênebûn, lê belê zirarek mezin gihaşt malên welatiyan.

(cx)

ANHA


Mijarên Din