Di 2 rojan de Tirkiyê du caran karwanên leşkerî şandin Idlibê

Ji dema derbasbûna agirbesta ku Rûsyayê ragihand, artêşa Tirk a dagirker careke din karwanên leşkerî şandin parêzgeha Idlibê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê derbasbûna karwanekî nê yê leşkerî yê artêşa Tirk a dagirker ku ev cara duyemîn ji dema ragihandina agirbestê ve li herêma “Pûtîn-Erdogan” pêk tê, belge kir. Îro sibehê bi rêya deriyê Kefer Losîn ê sînor derdora 15 erebe derbas bûn û berê xwe da nuqteya çavdêriyê ya Tirkiyê li gundewarên Idlibê. Karwan ji erebeyên leşkerî û lojîstîk bar kiribû, pêk tê.

Duh jî karwanekî artêşa Tirk a dagirker (roja yekemîn a agirbestê) bi rêya deriyê Kefer Losîn ê bakurê Idlibê ser sînorê bi Lîwaa Iskenderon ve derbas bû.

Karwan ji erebeyên zirxî û erebeyên leşkerî pêk dihat ku li ser rêya giştî ya Heleb – Şamê bûn, beşeke karwan ber bi Merhidad ve çû ku hêzên Tirkiyê lê ne û beşa din berê xwe da nuqteya El-Sirman a rojhilatê Idlibê.

Di şerê Xan Şêxûn de, karwanekî leşkerî yê Tirkiyê di 26`ê Tebaxê de derbas bû, lê balafirên şer ew kir hedefa xwe û neçar ma ku berê xwe biguhere. Rejîma Sûriyê jî got Tirkiye karwanên leşkerî ji terorîstên Cebhet El-Nusra re dişîne.

(jo)


Mijarên Din