Di 24 saetan de sêyemîn balafira Tirkiyê li Lîbyayê hate xistin

Artêşa watanî ya Lîbyayê îro ragihand ku di kêmtirî 24 saetan de balafira sêyemîn a Tirkiyê xistine.

Pargala parastinê ya asmanî balafirek Tirkiyê ji cureya Bayraktar a Tirkiyê li başûrê Terablusê xiste xwarê. Di nava 24 seetan de ev balafira sêyeme ku xistine xwar.

Malpera fermî ya berdevkê fermî yê artêşa watanî ya Lîbayayê li ser facebookê dîmenek belav kir û tê de xistina balafira Tirkiyê diyar dibe.

 Fermandarê odeya operasyonên leşkerî ya herêma El-Xerbiye Lîwa El-Mebrûk El-Xizwî teqez kir ku piştî balafira Tirkiyê ji nuqteya Tirkiye ya li Matîqa bi rêket, li başûrê Terablusê kete xwarê. Odeyê kiryarên Tirkiyê wek kiryarên dijminahî, terorîstî û binpêkirina agirbestê binav kir.

(şx)

 

 


Mijarên Din