Di 24 saetên dawî de li Misirê 11 kes mirin

Wezareta Tenduristî û Niştecihbûnê ya Misirê ragihand ku heta niha li welat 8 hezar û 964 kes bi Koronayê ketin, di nav de 2 hezar û 2 kes baş bûn  û ji nexweşxane û karantînayê derketin û 514 kes jî mirine.

Şêwirmendê Wezîra Tenduristî û Niştecihbûnê ya Karûbarên Ragihandinê û berdevkê fermî yê wezaretê Dr. Xalid Mucahid ragihand ku hejmara testên Covid-19 ji pozîtîf veguherîne negative bû 2 hezar û 476, di nav de 2 hezar û 2 kes baş bûne.

Mucahid diyar kir di 24 saetên dawî de 488 kesên din bi Koronayê ketine û 11 jî mirine.

Li gorî Dr. Xalid Mucahid heta roja îro hejmara kesên bi şewba Koronayê ketine bû 8 hezar û 964, di nav de 2 hezar û 2 kes baş bûne û ji nexweşxane û karantînayê derketin, her wiha hejmara miriyan bû 514.


Mijarên Din