Di 24 saetên dawîn de 206 hezar kes bi Koronavîrusê ketin

Li gorî daneyên herî dawîn ên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di 24 saetên dawîn de 206 hezar kes bi vîrusê ketin.

Ev zêdebûn di dema ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di civînekê de biryara yekrêziya xebatên cîhanê ji bo tunekirina vîrusê re pêk hat.

Li gorî daneyên rêxistinê ku hejmara nexweşan 5 milyon kes derbas kir, ji wan 2 milyon û 24 hezar kes baş bûne û 329 hezar û 732 kes mirine.

Daxuyaniyên der barê windabûna vîrusê de bi bilindbûna rêjeya germahiyê re û destpêka demsala havînê re zêde bûn. Lê zêdebûna nexweşan berovajî vê yekê ye.

Gerînendetiya Navenda Ewropayê ya parastina ji nexweşiyan Dr. Andrea Amon ji rojnameya Guardian a Brîtanyayê re got Ewropa dê rastî pêleke din a Koronavîrusê were û diyar kir ku niha dema rehetiyê ye.


Mijarên Din