Di 24 seatan de 2 firokeyên Tirkiyê li Lîbyayê hatin rûxandin

Artêşa El-Wetenî ya Lîbya ragihand ku hêzên ezmanî îro sibehê firokeyeke Tirkiyê ya bêpîlot li balafirgeha Miyêtîqa kir hedefa xwe û rûxand.

Ragihandina şer a artêşa El-Wetenî da zanîn ku çeka ezmanî ya Lîbyayê, beşa leşkerî li balafirgeha Miyêtîqa bombebaran kir û balafireke Tirkiyê li nêzî parastina leşkerî rûxand.

Bi vê yekê dibe cara duyemîn ku di 24 seatan de li hundirê balafirageha Miyêtîqa li Terablusê pêk tê.

Artêşa Lîbyayê jî ragihand ku wan balafireke Tirkiyê dema ku hewl dida li baregeha Miyêtîqa bifire, rûxand.

Li aliyekî din, odeya El-Melahê li balafirgeha Miyêtîqa ya navneteweyî tekez kir ku bombebarana ezmanî dûrî balafirên sivîl e û çalakî didome.

(jo)


Mijarên Din