Di 3 rojan de behem û alavên xwe yên çandinyê di toparanê de xisar kirin

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê de bi sedan sivîl şehîd û birîndar bûn. Her wiha li ser xeta sinorê ji Dêrik heya Girê Spî (dirêjahiya 450 km) bi sedan mal û cihên giştî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin rûxandin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û El-Nûsra li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê di 9`ê Cotmehê de destpê kirin.

Wekî hemû gundên li ser sînor, gundê Cirnik yê girêdayî navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo û yê 400 m dûrî sînorê di navbera navçeya Amûdê û Bakurê Kurdistanê de ye, rastî topbarana bê ser û ber ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat.

Di 9 -11`ê Cotmehê de bi dehan topên tangan û fîşekên çekên navîn û sivik bi ser gund de hatin û zerar û widahiyên madî di mal û milkên şêniyan de çêbûn.

Yek ji şêniyên gund Ehmed Selah El-Dîn ji ber topbaranê nîvê mala wî hat rûxandin û zerar gihişt depoya berhemên çandinyê û alava cotkirinê.

Ehmed Selah El-dîn yê teman mezin wiha dibêje: "Di 9`ê Cotmehê de topbaranê li ser herêmên sînorî destpê kir û ji ber ku gundê me tenê 400 m dûrê sînor e, em neçar man ji malên xwe heya 3 rojan derkevin."

Selah EL-Dîn diyar kir ku topbaranê zirareke mezin gihand berhmên wî û wiha axivî: "Wek hûn jî dibînin mala min hat hedef girtin û rûxandin, zêdetirî 6 bermîlên sotmeniyê li cem hebûn niha tiştek jê nemaye. Her wiha zerar gihişt dîraktorê û depoya berhemên genim û ceh. Min zêdetirî 6 milyon L.S di encama topbaranê de zirar kir."

ANHA


Mijarên Din