Di 5 salan de guhartineke berbiçav

Li Tirbesiyê projeya çandiniyê derfeteke baş a kar ji jinan re çêkir û di nava 5 salan de xebata xwe gelekî bi pêş ve birin.

Piştî ku Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat ragihandin, rêbaza xwetêrkirin û xwespartina hilberînên herîmê, kir rêgeza xwe ya sereke.

Komîteya Aboriyê beriya 5 salan bi piştgiriya projeya kooperatîfên çandiniya sebzeyan her werzekê li navçeya Tirbespiyê dest bi kar û xebatê kir. Komîteyê bi 4 jinan dest bi kar kir. Jinan li nava 2 donim erd de gelek cureyên sebzeyan çandin.

Proje hewcedariyên herêmê ji sebzeyan dabîn dike, bi taybet jî di demsala zivistanê de. Karker sebzeyan di hingaran de diçînin û di demsala havînê de jî bi rêbazeke kevnare diçînin. Di dawiyê de gelek cureyên sebzeyan li herêmê peyda dibin. Sebzeyên wekî xiyar, bacan, xirtik, sîr, pîvaz, bacanên reş tên çandin.

Endama Rêveberiya Projeya Aborî Ahîn Şikrî diyar kir ku wan bi derfetên kêm dest bi kar û xebatê kiriye. Di pêvajoya 5 salên derbasbûyî de dikarîn bi 4 jinan û 9 malên plastîk 2 hezar û 500 dar li zevî biçînin û hejmara hingaran jî bikin 22 û bi vê yekê saldimdêr sebze heye.

ZÊDETIR KAR JI JINAN RE TÊ PEYDAKIRIN

Di halê hazir de 40 jin hem kar dikim û hem jî çavdêriya xebatê dikin. Li aliyekî din jî hejmareke endezyar û cotkar hene. Rêveber li bende ne ku proje kar û xebatê ji zêdetirî sed jinan re peyda bike.

Ahîn Hisên got cara yekemîn ew pîvaz û sîran diçînin û piştî çandiniya wan bi ser ket ew nîqaş dikin ku 150 donimî bikin kartol. Li navçeya Tirbespiyê bi perekî kêm û hem jî xelk serdana zevî bikin û hilberînê li wir bikirin.

Emanî Xaim jî beriya sal û nîvekê li nava erd dixebite û wiha got: “Projeyê derfeta kar ji min re peyda kir. Karê çandina sebzeyan karekî xweş e. Ji ber vê yekê bang li jinan dikim ku xwe bi xwe debara xwe bikin.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din