Di anketa ANHA`yê de rêzedaxwazên şêniyan ji Rêveberiya Xweser

Di anketa ku ajansa me li herêma Cizîrê çêkirî de, şêniyan bang li Rêveberiya Xweser kirin ku asta kar û xebatên ku têne pêşkêşkirin bilind bike.

Ajansa me (ANHA) li ser asta herêma Cizîrê ji bo rewşa ewlehî, xizmetguzarî û civakî, di nava gel de anketek çêkir.  Şêniyan ji ber xebatên ku Rêveberiya Xweser pêşkêş kirine spasî kir.

Nadye Selîm a ku li bajarê Qamişlo dimîne got: "Bajarê me gelek xweşik e. Rewşa xizmetguzariyê pêşketiye. Rewşa kehrebe û av baş bûne. Kelûpel peyda dibin lê kêmasî di warê parkan û cihên tenduristiyê de hene."

Nadye bang li rêveberiyê kir ku pêwîste bi awayekê bêtir rewşa parkan di ber çavan re were derbaskirin, ji ber ku di havîn û biharê de dibe meqseda bi hezaran şêniyan.

Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê di sala 2014`an de hate avakirin û navenda xwe li Eyn Îsayê vekir. Qamişlo, Hesekê, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Rimêlan, Dêrik, Dirbesiyê girêdayî wê ne. Rêveberî herêmê ji aliyên siyasî û civakî ve birêve dibe.

Şêniyê bi navê Kemîran Mîrza ji şêniyên Dêrikê ye û 40 salî ye. Kemîran xebatên xizmetguzariyê ku ji şêniyan re hatine pêşkêşkirin bi baş wesifandin. Kemîran gotinên xwe wiha domand: “Divê aliyên têkildar bala xwe bidin warên xizmetguzariyê, asta kar di nav saziyên xizmetguzariyê de bilind bikin da ku herêmê bighînin asta herî baş. Her wiha divê xebat ji bo vekirina riyan di navbera herêmê û dewletên cîran de bên kirin. Da ku derfetên kar peyda bibin were kirin." Heval ji xwe rêveberî hewl dide. Dewletên cîran îran û îraq û tirkiye ne. Îran û tirkiye dijminin. Nizanim ev gotine hinek cuda ye. wekî ku tu êrîş li ser me tinene, em dewletin ev gotin hatine kirin. Ji xwe başur jî çeteyên tirkiyê ne.

 Ji destpêka tevgera gelêrî ve di 2011`an de tevahiya deriyên ser sînor ku herêm bi dewletên cîran ve girê didan jê Tirkiyê û Iraqê hatin girtin, ji bilî deriyê mirovî ya ku bi başûrê Kurdistanê ve li herêma Fîş Xabûr girê dide. Rêveberî hewl dide bi wan aliyan re têkiliyan ava bike da ku derî ji nû ve werin vekirin.

Koçbera bi navê Sumeye Hesen (60)  ji bajarê Meyadîn ê ku dikeve başûrê Dêrazorê jî got: “Wellah Qamişlo ji tevahiya bajarên Sûriyê yên din heta ji Şamê baştir e. Xebatên ku têne pêşkêşkirin ji xwendin, tenduristî û tiştên din gelek baş in.” Sumeye hêvî kir ku ewlehî li tevahiya xaka Sûriyê belav bibe.

Nêrîna jina ciwan a bi navê  Xebat Misewer ji taxa Rojava ya kantona Qamişloyê cuda bû. Xebat got: "Destpêkê baş e. Lê herêm bi hewcedariya kedên dine da ku asta warên xizmetguzariyê bilind bibe. Her wiha divê buhayên madeyên xwarin û kelûpelên din werin kontrolkirin bi taybet pereyê."

Li gorî hevseroka Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan Mîdya Bozan, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi riya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan ji bo pêşxistina warê xizmetguzariyê  li herêmên Şehbayê bigire heya Dêrikê li Herêma Cizîrê 42 miliyar Lîreyên Sûriyê diyar kiriye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din