​​​​​​​Di bersivdayîna êrişa li ser gundewarê Eyn Îsayê de serçeteyek hate kuştin

Hate diyarkirin ku di bersivdayîna êrişa çeteyan a li ser gundê Hoşanê yê Eyn Îsayê de, serçeteyekî koma Suleyman Şah (Emşat) bi navê Mahir El-Hamidî hate kuştin.

Îro saet di 12:00’an de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi erebeyeke doçka li ser, êrişî gundê Hoşan ê girêdayî navçeya Eyn Îsa û rêya M4 kir.

Şervanên QSD û YPJ’ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişê da, di encamê de erebeya leşkerî hat rûxandin û 2 çeteyên tê de hatin kuştin.

Li gorî malperên girêdayî çeteyan, serçeteyekê koma Suleyam Şa an ku "Emşat" bi navê Mahir El-Hemîdî "Ebû Sewsen" di erebeyê de bû, hate kuştin.

.


Mijarên Din