Di bombebarana çeteyan a li bejahiya Hemayê de kuştî hene

Kanala Rûsya El-Yewm ragihand ku komên çete bi dehan roketan gundên li bejahiya bakurê Hemayê kirin hedef û di encamê de 2 kuştî û gelek birîndar hene.

Kanala Rûsya El-Yewm eşkere kir ku 2 kuştî û hin birîndar di encama topbarana li gundên Corîn ên li bejahiya bakurê Hemayê de hene.

Kanalê li ser zimanê çavkaniyên ji bajarokê Corîn diyar kir ku 20 roket ku çavkaniya wan herêma Mensore Til Wasit e, bi ser gundê El-Ceyêd de hatin avêtin. Di encamê de kuştî û 3 birîndar hene.

Kanalê ragihand ku 8 roket li gundê Eyn Silêmo yê bajarokê Corîn ketine. Di encamê de keçek ku malbata wê ji Idlibê reviye û hatine gund, hate kuştin û her wiha 3 kes jî birîndar bûn. Çavkaniyan diyar kir ku ji gundê Xirbet El-Naqûs, gundê Eyn El-Hemam ê li rex Kelha Mîrza bi 3 roketan hatine hedefgirtin.

Hêzên rejîmê û Rûsyayê vê sibehê careke din herêmên qaşo bêçek bi dehan derbe û roketan piştî ragihandina bidawîkirina agirbesta bi sedema binpêkirina komên çete yên girêdayî Tirkiyê dirêjî nedaye, bombebaran kirin.

(fr)


Mijarên Din