Di bombebarana li Idlibê de 2 zarok hatin qetilkirin

Di encama êrîşên balafirên Rûsya li ser parêzgeha Îdlibê 2 zarok hatin kuştin. Komên çeteyan bi moşekan kampa Nîrab a li başûrê rojhilatê Helebê topbaran kirin.

Li bakur û rojavayê Sûriyê, li bajarê Helebê topbarana û bombebarana di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên çete de didome.

Çavkaniyekê herêmî ji ajansa me ANHA`yê re ragihand ku komên çete di seatên sibehê de kampa Neyreb a li başûrê-rojhilatê Sûriyê bi moşekan topbaran kirin, di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.

Li aliyekî din komên çeteyan ku li derdora bajarê Helebê xwe bi cih kirine, taxa Şehba ya nû ya li Helebê kirin hedef, der barê ziyanan de agahî nehatin zanîn.

Çavkaniyekî din nêzî hêzên rejîma Sûriyê ragihandin ku di şerê li bejahiya Laziqiyê de serbazekî rêjîmê bi navê Muhend Abdulhemîd Mehmûd hate kuştin.

Girêdayî Idlibê, çavkaniyekî ji ajansa me re diyar kir ku di bombebarana balafirên şerê ên Rûsya li ser bajaroka Hasê 2 zarok mirin. Heman çavkaniyî diyar kir balafiran derdora Maret El-Nûman li başûrê Idlibê bombebaran kirin û diyar kir ku kuştî û birîndar hene.

Li aliyekî din malperên çeteyan, navên 46 endamên xwe, di nav de 5 serbazên leşkerî ku di şerên 6 rojên dawî de li bejahiya bakurê Hemayê de li dijî rejîmê hatin kuştin eşkere kirin.

Navên serbazên wiha ne; " Perpirsê leşkerî yê di Cebhet El-Nûsra de Mehmed Şemalî, perpirsê tugeya Mexawîr Ehmed Îsmaîl, perbirsên leşkerî di Artêşa El-Îza Mihemed Necar, Mihemd Abdulkerîm (Qeaqaa) û berpirsê leşkerî yê di artêşa El-Îzayê de Mûeyed Casir.

(eh)

ANHA

 


Mijarên Din