Di bombebarana li Idlibê de, 3 jin hatin qetilkirin

Hêzên rejîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê bajarokên gundewarên başûrê Idlibê bombebaran kirin, li gorî agahiyên destpêkê 3 jin hatin kuştin û bi dehan jî birîndar hene.

Hêzên rejîma Sûriyê bi desteka balafirên Rûsyayê bi dehên caran bajarokên gundewarên başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî taybet dane ANHA‘yê di bombebarana li ser bajarê Erîhayê yê gundewarê Idlibê ziyanên mezin gihiştin jîngehên sivîlan û wekî agahiyên destpêkê 3 jin jiyana xwe ji dest dan û bi dehan sivîl birîndar bûne.

Çavkaniyên din jî gotin, Hêzên rejîmê kuştina du endamên çeteyên "Heyet Tehrîr El-Şam" di bombebarana li ser bajarê Xan Şêx de ragihand, Ebû Umer Temîm ê ji bajaroka Mara û Mihemed Wehîbî fermandarê Tabûra Nuxbe yê ji Derayê ye."

Çavkaniyan destnîşan kirin ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bi fûzên Grad nuqteyên rejîmê li gundewarê bakurê Hemayê topbaran kirin.

Malperên ser bi rejîma Sûriyê wêneyên nexweşxaneya Meydanî "Kumê Spî" belav kirin, ku alavên tibî, mask û cilên parastina ji madeyên kîmyewî, hin jî li Almanyayê hatin çêkirin. Wêneyên hatin belavkirin di çarçoveya operasyonên paqijkirinê li bajarokê Keleha Medîq a gundewarê rojavayê Hemayê de hatin dîtin.

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam di daxuyniyekê de kuştina berpirseyekî xwe li Helebê bi navê Ebû Mûtesimbillah El-Medî di şerê li gundewarê bakurê Idlibê û "Waliyê" Şaneyên DAIŞ‘ê li Idlibê Ebû Silêman El-Iraqî di teqînekê de li gundewarê Idlibê ragihandin.

ANHA

 


Mijarên Din