Di bombebarana Qendîlê de 4 welatî birîndar bûn

Di bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de li Binarê Qendîlê 4 welatî birîndar bûn. Rewşa welatiyekê giran e.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, îro saet di 09.30’an de gundên Silê û Bolê yên li herêma Binarê Qendîlê bombebaran kirin

Çavkaniyan ragihand ku balafiran li gundê Bolê 2 malên gundiyan bombebaran kirine û di encamê de 4 gundî birîndar bûne. Ji birîndaran rewşa Ehmed Ebdullah giran e û ew veguhestine nexweşxaneya Sengeser.


Mijarên Din