Di bîranînên gelê Rojava de Pêngava 15`ê Tebaxê

Gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê ku azadiya xwe di tevgera azadiya Kurdistanê de dît, bi Pêngava 15`ê Tebaxê re hêviya wan a azadiyê mezintir bû. Şêniyên Rojava dibêjin “Destpêkirina têkoşîna çekdarî li dijî dewleta Tirk di wê demê de, mucîzeyeke mezin bû û bû hêviyeke mezin."

Gelê Kurd ku rêber Abdullah Ocalan bi salane ew perwerde kir û bi hezaran milîtan û qehreman ji nava ciwanên Rojava derketin û li çiyayên Kurdistanê mohra xwe li dîroka têkoşîna rizgariya gelê Kurd xist, xwedî li Pêngava 15`ê Tebaxê derdikeve.

Xwedîderketina gelê Rojava di 15`ê Tebaxê de ku gelê Kurd wek Cejna Vejînê pênase dike, ne tenê di aliyê manewî de, lê belê gelê Rojava ewladên xwe diyarî Pêngava 15`ê Tebaxê kirin û ref bi ref ewldanên xwe bi rê dikirin çiyayên azad.

Gelê Rojavayê Kurdistanê ku şahîdiya salên destpêkirina Pêngava 15`ê Tebaxê kiriye, hestên xwe yên wê demê bi ajansa me re parve kirin.

‘DESTPÊKIRINA ŞOREŞEKE ÇEKDARÎ LI DIJÎ DEWLETA TIRK MUCÎZEYEKÎ MEZIN E’

Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê Ehmed Şêxo wiha behsa Pêngava 15`ê Tebaxê kir: "Di salên destpêkirina Pêngava 15`ê Tebaxê de, wê demê ez li refê 8`an bûm. Di wan rojan de, bi awayekî dizî me dîmenên rêber Apo, berxwedana gerîla li zindanan û berxwedana gerîlayan li ser çiya dibirin mal û lê temaşe dikir. Wê demê bi rastî ji bo me ev dîmen balkêş bûn."

Ehmed Şêxo anî ziman ku dema pêvajoya 15`ê Tebaxê dest pê kir, di nava civaka Kurd de hêviyeke pir mezin çêkir û wiha dewam kir: "Bi taybet wekî kesayet hêviyeke min a mezin çêbû. Ji ber ku me bawer nedikir ku li Bakurê Kurdistanê şerekî çekdarî dest pê bike û li hemberî yek ji dewletên herî mezin ên dinyayê têkoşînê bike. Lewra derketina li hemberî hêzeke mezin û destpêkirina şoreşeke çekdarî, mucîzeyeke mezin bû."

Şêxo wiha bîranên wan rojan vedibêje: "Tê bîra min dema ku belavokên şer û çalakiyên ku gerîla pê radibûn dihatin, gund bi gund û tevahiya civatan dihat xwendin. Vê yekê jî moraleke mezin di nava civata me de çêdikir. Dibe ku tevgera azadiyê di sala 1978`an de dest pê kir, lê  bi destpêkirina Pêngava 15`ê Tebaxê tevgera azadiyê derbasî qonaxeke nû bû. Ev pêngav hêviyekî mezin da dilsoz û hezkiriyên doza kurdî. Di heman demê de, Pêngava 15`ê Tebaxê derbeyeke mezin li dijminê gelê Kurd xist."

Şêxo got bi destpêkirina Pêngava 15`ê Tebaxê re gelê Kurd peyama ku "Ez heme û ji bo doza xwe tê dikoşim" da. Şêxo têkildarî bandora Pêngava 15`ê Tebaxê li ser ciwanên Kurd got: "Dema ku keç û xortên Kurd tev li pêngavê bûn û heta derbasî çiyayan dibûn, gelek bend û astengî rakirin. Ciwanên Kurd destpêkê astengiya di kesayeta xwe de rakirin, piştre astengiya malbatê û astengiya dewleta ku li ser wan hikum dikir, rakirin. Lewra xewn û xeyala her yekî bû ku bibe mêvanê çiyayan."

 ‘SALVEGERA 15`Ê TEBAXÊ DÊ BIBE WESÎLEYA YEKITIYA KURDAN’ 

Sûad Mistefa ya ji bajarê Dêrikê ku dayika şehîd Hevrîn û şervaneke YJA-Starê ku li çiyayên azad şehîd bûbû, got: “Dema dewleta Tirk li ser Kurdan got me ew defin kirine û li ser wan çîmento kirine û nikarin êdî serê xwe rakin, bi teqandina guleya yekemîn a 15`ê Tebaxê re ya bi destê hevalê Egîd, ew çîmento hilweşiya. Ji bo vê yekê ev pêngav bû vejîna gelê Kurd."

Sûad wiha dewam kir: "Min PKK di sala 1982`yan de nas kir. Ez jî wekî dayikekê deyndarê PKK, şehîdan û Egîdan û guleya 15`ê Tebaxê me. Em hêvîdar in salvegera îsal ya 15`ê Tebaxê bibe wesîleyeke biratiya gelan û taybet jî bibe wesîleya biratiya kurdî-kurdî û kongreyeke neteweyî ya Kurdan ji hemû parçeyên Kurdistanê çêbe. Ji ber ku ji bo me di Pêngava 15`ê Tebaxê de, tovê jiyanê hate reşandin."

‘AVAKIRINA ARTÊŞA GERÎLA NIRXEKÎ PIR BUHA YE’

Endamê Nivîsgeha Perwerdeyê ya TEV-DEM`ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yûsif Kotî yê ji bajarê Qamişlo jî destnîşan kir ku Pêngava 15`ê Tebaxê ji bo gelê Kurd gava vejînê bû û wiha dewam kir: "Bi sedan salan em di bin zilm û zordariyê de bûn û di demekê de gelê Kurd roj bi roj bi jonesîdê re rû bi bû, vê pêngavê dest pê kir. Ji ber vê yekê jî 15`ê Tebaxê me ji bo me Kurdan vejînek bû."

Yûsif Kotî bi van gotinan behsa rojên destpêkirina Pêngava 15`ê Tebaxê kir:"Dema Pêngava 15`ê Tebaxê dest pê kir, ez di bajarê Qamişlo de bûm û hîna wê demê ez şagirt bûm. Me min Pêngava 15`ê Tebaxê bihîst ez gelekî kêfxweş bûm, ji ber ku wê demê min nû tevgera azadiyê nas kir."

Kotî di dewama bîranînên de, diyar kir ku avakirina artêşekî gerîla wê demê ji bo wan nirxekî pir buha ye û di jiyana rojane de wateyekî xwe ya mezin heye û wiha dewam kir: “Di wê demê de, me bawer dikir ku ev hêz dê hemû mafên gelên herêmê yên bindest, bi dest bixe û gelê herêmê bigihîne azadiyê.

‘DESTPÊKIRINA ŞERÊ ÇEKDARÎ HÊVÎ DA GELÊ KURD’

Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD`ê ya Dêrikê Nayîf Hesen jî anî ziman ku wî di sala 1984`an de kadroyên tevgera azadiyê nas kirin û bi wan re hevdîtin kirin û wiha dewam kir: "Dema me bihîst ku tevgereke kurdî li Bakurê Kurdistanê Ii dijî dewleta Tirk dest bi şer kiriye, ez hinekî matmayî mam. Ji ber ku derketina li hemberî dewleta Tirk ku endama NATO`yê ye û xwedî teknolojiya pêşketî ye bûbû cihê nîqaşê û wê çawa ev şer çêbe û encam çi be."

Nayîf Hesen destnîşan kir ku dema wan bihîst ku şerê çekdarî hatiye destpêkirin, hêviyeke gel wan çêbû û wiha dewam kir: "Bi destpêkirina têkoşîneke çekdarî ji aliyekî şoreşgerên Kurd ve, ji me re bû hêviyek. Her wiha dema me berxwedana gerîlayên PKK`ê li zindanên dewleta Tirk de dibihîst û me bi Pêngava 15`ê re girê da, ev yek hêviya me mezintir kir. Lê bi demê re dema me tevgera azadiyê nas kir, em gihîştin wê baweriyê ku ev tevger bi rengekî nû ye û hêviya Kurdan di vê tevgerê de heye."

Hesen diyar kir ku dema çîna zana û rewşenbîr a Rojava ref bi ref tev li nava PKK`ê dibû, hêviya gel mezintir bû, ji ber ku wan azadiya civaka xwe di nava PKK`ê de dît.

Hesen anî ziman ku dema Pêngava 15`ê Tebaxê dest pê kir, wan bawer nedikir ku şoreş li Rojava dest pê bike û bigihêje vê astê û wiha dewam kir: "Lê Pêngava 15`ê Tebaxê dewam kir û heta gihîşt roja me ya îro ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava şoreşekê de ye. Ez wek kesayet piştrast im ku mafê gelê Kurd dê bi felsefeya rêber Apo û keda şehîdan, di sedsala pêşiya me de were bidestxistin."

ANHA


Mijarên Din