Di çalakiya gerîla ya li Geverê de 9 leşker hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku di çalakiya wan a li navçeya Gever a Culemêrgê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker de 9 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ku li Geverê li dijî artêşa Tirk hatiye lidarxistin, 9 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, çalakiyên li dijî yekîneyên operasyona dagirkeriyê ya artêşa TC’ê dewam dikin. Agahiyên li ser çalakiya ku derbên giran lê hatin xistin, wiha ne;

Artêşa TC’ê beriya niha bi demekê li qada Geliyê Doskiyan ê girêdayî navçeya Gever a Culemêrgê dest bi operasyonekê kiribû. Li derdora gundê Berdereşê yê li devera leşkerên dagirker dest bi çêkirina çeperan kir. Hêzên me piştî ku ev tevgera dagirkeriyê demekê şopand û xistin bin kontrolê û şûnde, 23’yê Tîrmehê saet 19:30’an de bi çalakiyekê çeper û kozikên leşker lê bûn, kirin hedef. Di vê çalakiyê de ku ji du baskan ve bi dijwarî li çeper û kozikan hate xistin, avahiyeke dijmin bi temamî hate rûxandin, wesayîteke zirxî ya bi dijwarî lê hate dayîn jî derbên giran lêketin.  Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin de 9 leşekr hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne.

Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi helîkopterên Skorsky leşker danîne derdorî gundê Berdereşê. Leşkerên TC’ê îşkence li şivanên derdora gund kir û herêm ji çûn û hatinê re girt.

26’ê Tîrmehê (îro) saet di 08:30’an de artêşa TC’ê li derdora gundê Kavlegundê û Pagenkê yên navçeya Gever a Culemêrgê dest bi opersyonekê kir. Her ku li ser operasyona ku didome, agahî hatin girtin dê bi raya giştî re bê parvekirin.

Balafirên şer ên artêşa TC’ê 25’ê Hezîranê saet di navbera 19:00-19:30’an de devera Kanî Sarkê yê Bergare ya girêdayî herêma Gare ya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê bomberdûmanê de tu ziyanek bi hêzên me negihîştiye, ziyan gihîştiye bax û baxçeyên welatiyên sivîl.”


Mijarên Din